Artêşa Iraqê li Kerkûkê elektrîka bîrên avê yên cotkarên Kurd birrî

Artêşa Iraqê li Kerkûkê elektrîka bîrên avê yên cotkarên Kurd birrî

.

A+A-

Hêzeke Firqeya 8 a artêşa Iraqê elektrîka bîrên avê yên cotkarên Kurd ên Kerkûk a Başûrê Kurdistanê qut kir. Cotkarekî vîdeoya çûyîna artêşa Iraqê tomar kiriye û dibêje, artêşa Iraqê bêyî lêkolîna xwediyê zeviyan bikin pişta kesên ku ji derve hatine Kerkûkê digirin.

Artêşa Iraqê elektrîkê heft bîrên avê yên Sergeranê û Pelkaneyê qut kirine. Welatiyekî ku elektrîka bîra wî hatiye qutkirin diyar kir ku bi awayekî ku neyê temîrkirin hatiye qutkirin. Wî cotkarî garis li zeviya xwe çandibû ku diviyabû bi rêkûpêkî av bida lê niha axa wî hişk û bêkêr bûye.

Cotkarekî gundê Gabeleke Bedredîn Şemsedîn anî ziman, “Ev bi awayekî nû Erebkirin e. Em dibêjin kuştina me ya li ser vê axê baştir e ji şerê derûnî, ne karê artêşê ye ku elektrîkê bibire, hemû tiştên min ên qanûnî jî hene.”

Ev demek e hêzên Iraqî destwerdana zeviyan li herêmê dikin. Cotkar dibêjin ew bêyî lêkolîna xwediyê zeviyan bikin pişta kesên ku ji derve hatine Kerkûkê digirin.

Cotkarê ji gundê Gabeleke yê bi navê Simko Cemîl got, “Duh hatin û elektrîka bîrên me qut kirin û niha em bê av mane, zilmeke mezin li me dikin, ev zeviyên bav û kalên me ne.”

Muxtarê gundê Gabeleke Dilêr Kake Ehmed jî diyar kir ku berê tenê di dema dirûn û berhevkirinê de rê li ber dihat girtin lê ti carî weke vê carê nebûye.

Ferhan Xezal ku ev çend sal in li gundê Pelkane dest daniye ser maleke Kurdan û tê de dijî, bûye cerdevanê Artêşa Iraqê. Ev jî piştî wê yekê tê ku hewildanên zeftkirina qanûnî ya zeviyan bi ser neket.

Nûnerê cotkarên Sergeranê Mihemed Îsmaîl anî ziman, “Navê wî kesî Ferhan Xezal Ferhan e. Me hûn anîn vê derê da ku em ji we re bibêjin ti mafê vî kesî li ser vê zeviyê nîne li gorî maddeya 140î. Me peymanên wî jî betal kirine.”

Berhema salane ya dexl li Sergeranê zêdetirî 200 hezar ton e û di werzê çandina garis de jî salane zêdetirî 100 hezar ton berhem tê.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin