Artêşa Iraqê îro ji derdora Xaneqînê vekişîya!

Artêşa Iraqê îro ji derdora Xaneqînê vekişîya!

Berpirsê PDKê li bajarê Xaneqînê Şêx Ceifer Mistefan da xuyakirin ku, hêzên girêdayî artêşa Iraqê ji derdora Xaneqînê vekişîyan û li şûna xwe jî Heşda Şeibî bicih kirin. Lê hîn nayê zanîn bê artêşa Iraqê çima biryareke wiha daye.

A+A-

Li gorî nûçeya BasNewsê Berpirsê liqa 15 ya PDKê li Xaneqînê, Şêx Ceifer Mistefa ragihandîye ku, hêzên artêşa Iraqê îro ji derdora Xaneqînê heta Celewla vekişîyan.

Şêx Ceifer Mistefa da zanîn ku li şûna wan hêzek bicih bûye ku xwe wek Heşda Şeibî didin nasîn.

Berpirsê PDKê diyar kir ku vekişîna artêşa Iraqê ji derdora Xaneqînê baş nebû û got, “Hêzên artêşa Iraqê bimana baştir bû ji ber ku rewşa ewlehîyê li Xaneqînê aloz e. Em nizanin artêşa Iraqê çima karekî wiha kir.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin