Artêşa Iraqê: Îranê 22 mûşek avêtîye bingehên Amerîka yên li Iraqê

Artêşa Iraqê: Îranê 22 mûşek avêtîye bingehên Amerîka yên li Iraqê

Artêşa Iraqê hejmara wan bingehên Amerîkî yên ku rastî êrişa Îranê hatine û hejmara mûşekên ku li wan ketine, eşkere kir.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Artêşa Iraqê li ser êrişa Îranê li dijî bingehên Amerîkî yên li Iraqê daxuyanîyek da û ragihand, bi giştî 22 mûşek ji alîyê Îranê ve li bingehên serbazî yên Amerîka yên li Iraqê ketine.

Di daxuyanîyê de hatîye gotin, 17 mûşek li bingeha Eyn Esed ya Enbarê ketine, 2 mûşek li devera Hîtan li rojavayê bajarê Hît ketine lê neteqîyane.

Li gorî daxuyanîya artêşa Iraqê, mûşekek li nêzîkî firokexaneya Hewlêrê ketîye. 4 mûşek jî bêyî ku li cihekî bikevin, teqîyane.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin