Artêşa Azad: 15 hezar çekdarên me tevlî operasyona li rojhilatê Firatê dibin

Artêşa Azad: 15 hezar çekdarên me tevlî operasyona li rojhilatê Firatê dibin

Berdevkê Artêşa Azad a Sûriyê ragihand, ku 15 hezar çekdarên wan di amadebaşiyê de ne û amade ne, ku li gel artêşa Tirkiyê beşdarî operasyonên li rojhilatê Firatê bibin.

A+A-

Yek ji berdevkên Artêşa Azad a Sûriyê, Yûsif Hemûd ragihandiye, ew piştevaniyê li artêşa Tirkiyê dikin, jibo encamdana operasyoneke leşkerî li rojhilatê Firatê li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD).

 

Yûsif Hemûd herwiha gotiye, Artêşa Azad a Sûriyê jî dê tevli operasyona artêşa Tirkiyê ya li dijî hêzên HSDê li rojhilatê Firatê bibe û û diyar jî kiriye, ku ji bo operasyona li rojhilatê Firatê wan 15 hezar çekdar amade kirine.

 

Berdevkê Artêşa Azad a Sûriyê destnîşan kir, ku ew dê li navçeyên Minbic, Girê Spî û Serê Kaniyê, beşdarî operasyonên artêşa Tirkiyê bibin û tekez kir, operasyona li rojhilatê Firatê dê destpêkê ji nav axa Tirkiyê ve dest pê bike û piştre dê ji nav axa Sûriyê ve operasyon were destpêkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin