''Armanca MSDê ya sala 2021an, xurtkirina xebatên Rêveberiya Xweser e''

''Armanca MSDê ya sala 2021an, xurtkirina xebatên Rêveberiya Xweser e''

.

A+A-

Seroka Desteya Rêveber a MSDê Îlham Ehmed diyar kir, wê îsal pêşketinên mezin di xebatên Rêveberiya Xweser de pêk bên.

Li gor Seroka Desteya Rêveber a Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed daye zanîn, armanca wan ya sala 2021an, xurtkirina xebatên Rêveberiya Xweser e.

MSD ku ji bo Rêveberiya Xweser xebatan bi awayekî fermî birêve dibe, di kongreya ku herî dawî de xebatên ji nû ve rêxistinkirin û avakirinê dan destpêkirin.

Îlham Ehmed destnîşan dike, ku dê pêşiya pirsgirêk û krîzan bê girtin û “pêşketinên mezin” dê di xebatên rêveberiyê de derkevin holê.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî jî do di peyama xwe ya sersalê de diyar kiribû, di sala nû de aramî û pêşxistina saziyên Rêveberiya Xweser û lidarxistina hilbijartinan dê karên wan yên li pêş bin.

Herwiha Fermandarê Giştî yê HSDê dabû zanîn, ku di sala nû de plana wan ew e, kar li ser pêşxistina saziyên Rêveberiya Xweser û baştirkirina rewşa aborî bikin.

Mijara lidarxistina hilbijartinan li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Rêveberiya Xweser, yek ji mijarên nakok di navbera Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ye û mijareke giring  a danûstandinên navbera her du aliyan ji bo birêvebirina Rojavayê Kurdistanê ye.

Biryar e, destpêka îsal tîma Wezareta Derve ya Amerîkayê vegere Rojavayê Kurdistanê û careke din dest bi danûstandinên Kurdî-Kurdî di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd (PYNK) de bê kirin, ku du qonaxên wê bi dawî hatine û wê carê dê qonaxa sêyem a danûstandinan dest pê bike.

Dê qonaxa sêyem a danûstandinan li ser awayê birêvebirina Rêveberiya Xweser û pirsên leşkerî be.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin