Armanca Komxebata Zimanê Kurdî çi ye û ev xebat çawa destpê bû ?

Armanca Komxebata Zimanê Kurdî çi ye û ev xebat çawa destpê bû ?

.

A+A-

Vahit Aba

9 Partî û hereketên siyasî (PAK, PSK, PDK, PDKT, Hereketa Azadî, ÖSP,PîA, DBP, HDP) di roja 28.10.2018an de li Amedê civîneke çapemenîyê li dar xistin û xebateke ji bo lêxwedî derktina zimanê Kurdî ragehandin.

Daxuyanîya van 9 partî û hereketan weke ‘’Platforma Zimanê Kurdî’’ di ragehandina Kurdî de hate binav kirin. Lê ev xeletîyeke berbiçav bû. Ji ber ku van 9 partî û hereketan Platforma Zimanê Kurdî ava nekirine. Banga ew e ku bi beşdarîya akademîsyen, zimanzan, perwerdekar, lêkolîner, sosyolog, pedagog, hiqûqnas,sîyasetvan, rewşenbir, nivîskaran civînek, Komxebatek li dar bikeve û di encama vê Komxebatê de Platforma Zimanê Kurdî bê damezrandin.

Di ragehandinê de ev 9 partî û hereketên ku ev bang derxistine weke ‘’partîyên Kurdî’’ hatin binav kirin. Ev jî binav kirineke xelet e. Ji ber ku HDP û DBP xwe weke ‘’partîyên Kurdî yan jî Kurdistanî’’ binav nakin.

Di civîna çapemenîyê ya li Cemîyeta Rojnamevanan a Guneydoğuyê de ew afîşa ku bi wan rengan hatibû amade kirin jî, ne bi însîyatîfa 9 partîyan hatibû amade kirin; ew şîrketa ku afîş amade kiribû xelet tê gihiştibû û bê agahdarîya 9 partîyan afîşeke bi wan rengan hatibû amade kirin. Dİ saeta civîna çapemenîyê de jî êdî dereng bû ew bihata guhertin.

Xebata zimanê Kurdî çawa destpê bû?

Fikra vê xebata lêxwedî derketina zimanê Kurdî ji alîyê PAK, PSK, PDK, PDKT, Hereketa Azadî ve hate rojevê.

Fikra xebata lêxwedîderketina zimanê Kurdî cara yekem di navbera PAK, PSK,PDK, PKT, Hereketa Azadî de , di civîna wan a di roja 04.07.2018an de hate rojevê. Ev civîn ji bo gengeşîkirina siyaseta van 5 partîyan a di derbarê hilbijartinên herêmî yên 2019an de bû. Di vê civînê de ji bo kampanyayeke berfireh ya ji bo zimanê Kurdî jî pêşniyarî hatin rojevê. Beşdarên civînê biryar girtin ku di roja 02.08.2018an civînekê li dar bixin û bangî HAKPAR, ÖSP, PÎA yê jî bikin. Rojeva vê civînê ya esasî wê sîyaseta hilbijartinên herêmî yên 2019an bûya, rojeveke din jî di derbarê destpê kirina kampanyayeke ji bo zimanê Kurd dê partîyan bîr û rayên xwe pêşkêş bikirina.

Di roja 02.08.2018an de civîn bi beşdarîya PAK, PSK,PDK, PKT, Hereketa Azadî, ÖSP, PÎA hate li dar xistin. HAKPAR jî hatibû dawet kirin lê HAKPARê got ‘em nayên’.

Dİ vê civîna 02.08.2018an de di derbarê hilbijartinên herêmî yên 2019an de fikrên cuda cuda derketin holê. Lê ji bo xebateke berfireh ya zimanê Kurdî hemû beşdar yek fikir bûn. Biryar hate girtin ku di roja 17.08.2018an de careke din ev 7 partî û hereket bêne cem hev û di derbarê van herdu mijaran de fikrên xwe zelaltir bikin. Herweha careke din jî biryar hate girtin kû HAKPAR dîsa bê dawet kirin.

Di roja 17.08.2018an de PAK, PSK,PDK, PDKT, Hereketa Azadî, ÖSP, PÎA civîyan. HAKPAR dîsa nehat.

Beşdarên civîna 17.08.2018an , di derbarê tifaqeke ji bo hlbijartinên herêmî negihîştin encameke hevbeş; lê ji bo xebateke berfireh ya ji bo zimanê Kurdî li hev kirin. Di civînê de biryar hate girtin da ku di roja 30.08.2018an de bes bi rojeva xebata zimanê Kurdî civînek bê li dar xistin. Ji ber ku civîn

bes bi rojeva xebata zimanê Kurdî dê li dar bikeve, ji bo bang kirina HAKPARê careke din biryar hate girtin.

Di roja 30.08.2018an de civîna bi rojeva zimanê Kurdî bi beşdarîya PSK,PDK, PKT, Hereketa Azadî, ÖSP, PÎA hate li dar xistin. HAKPAR dîsa beşdarî civînê nebû.

Di vê civînê de ji bo naverok û nexşerêya xebata zimane Kurdî gelek fikir hatin holê . Di encamê de biryar hate girtin da ku Komxebateke berfireh bê li dar xistin û di vê Komxebatê de Platforma Zimanê Kurdî bê ragehandin.

Piştî gelek gengeşîyên berfireh û li ser pêşniyarîya hinek partîyan hate qebûl kirin ku HDP û DBP jî beşdarî vê xebatê bibin. Û biryar bi vî rengî zelal bû: Bila Komîsyoneke amadekar ji bo Komxebatê bê danîn. Ev Komîsyon bila bangekê amade bike.Û Komxebat bê li dar xistin.

Piştî civîna 30.08.2018an çend civînêndin jî hatin li dar xistin. HDP û DBP jî êdî beşdarî van civînan bûn. Di encama van civînan de biryar hate girtin ku di roja 10.11.2018an li Amedê Komxebatek ji bo lêxwedîderketina zimanê Kurdî bê li dar xistin. Ji bo wê jî dê di roja 28.10.2018an de bi civîneke çapemenîyê raya giştî ji bo vê Komxebatê bê agahdar kirin. Weke Komîsyon a Amadekar jî PAK, PSK,PDK, PDKT, Hereketa Azadî, ÖSP, PÎA, HDP û DBP hatin tesbît kirin. Biryar hate girtin ku heger HAKPAR jî qebûl bike beşdarî vê Komîsyonê bibe, dê ew jî di Komîsyona Amadekar de cîh bistîne.

HAKPARê qebûl nekir ku bikeve Komîsyona Amadekar jî. Ji ber wê jî, Komîsyona Amadekar a Komxebatê weke PSK,PDK, PKT, Hereketa Azadî, ÖSP, PÎA, HDP û DBP hate tesbît kirin. Komîsyona Amadekar jî di roja 28.10.2018an li Cemîyeta Rojnamevanan a Guneydoğu yê bi civîneke çapemenîyê ev xebata ragehand.

Naverok û armanca Komxebatê

Beşdarên Komxebatê dê akademîsyen, zimanzan, perwerdekar, lêkolîner, sosyolog, pedagog, hiqûqnas,psîkolog, sîyasetvan, rewşenbir, nivîskar ên Kurd bin.

Naveroka esasî ya Komxebatê, lêxwedî derketina zimanê Kurdî û rê li ber girtina şikesta li ser axaftin û bikaranîna zimanê Kurdî ye. Di merhaleya ewil de zêdetir xebat dê li ser proje, helwest, xebat, lêkolîn û çareserîyên ji bo rê li ber giritina vê têkçûn û qels bûna bikaranîna zimanê Kurdi be.

Sê xalên esasî dê rojeva Komxebatê bin:

--Ji bo lêxwedî derketina zimanê Kurdî(Kurmancî û Zazakî) em ji miletê Kurd çi talep dikin. Ji bo ku zimanê Kurdî bibe zimanê nav mala kurd, bibe zimanê sîyaset û tîcaretê, bibe zimanê jîyana rojane, em bi awayê sosyolojîk, pedagojîk, zanistî dikarin çi bernameyan bidin ber miletê xwe, bidine ber sîyasetvan û rewşenbîrên xwe.

--Ji bo ku em bikaribin zimanê Kurdî bikin zimane fermî û bikaribin mafê perwerdeya zimanê zikmakî bidest bixin em dikarin çi bikin.

--Ji bo ku em bikaribin di vê xebata xwe ya lêxwedî derketina zimanê Kurdî de piştgirîya UN(Netewên Yekbûyê), Yekitîya Ewrûpa û dezgehên navnetewî bigirin û em bikaribin wan jî bikin aktorekî esasî ,em dikarin xebateke çawa bimeşînin.

Komxebat bi vê naverok dê li dar bikeve. Ev Komxebata dê bibe destpêkek. Nexşerêya ji îro pê de dê di vê Komxebatê de bê tesbît kirin. Komxebat heger xwe amade bibîne, dikare di vê civîna xwe de Platforma Zimanê Kurdî rabigihîne; na heger ragehandina Patforma Zimanê Kurdî nuha zû bibîne, dikare bi organîzasyoneke hîn berfirehtir Komxebateke hîn xurtir li dar bixe û Platforma Zimanê Kurdî di we Komxebatê de rabigihîne.

Belê, bi însîyatîfa partîyên sîyasî xebat dest pê bûye. Lê nabe ku xebat weke xebata partîyên sîyasî bê dîtin û bê meşandin. Divê hemû beşên ku me li jor binav kirin, li vê xebatê xwedî derkevin, bibin xwedîyê meseleyê û partîyên sîyasî jî alîkarî û piştgirîye bikin, di nav vê xebatê de cîh bistînin.

Ji bo Komxebatê niha dawetîye ji navên ku hatine tesbîtkirin re têne şandin.

HAKPAR û HÜDAPAR jî divê beşdarî vê xebatê bibin. Divê fikir û sîyaseta wî çi dibe bila bibe, ew Kurdê ku bixwaze li zimanê Kurdî xwedi derkeve, ew kes û alîyên ku piştgirîya perwerdeya zimanê zikmakî bike, divê beşdarî vê xebatê bibin. Û ji bo ku ev kes û alîyên ku em dizanin dê li zimanê Kurdî xwedî derkevin, dê beşdarî vê xebatê bibin an jî dê piştgirîya vê xebatê bikin, divê em bi xwe herin li derîyê wan bixin.

Xwedî lê derketina bikaranîn û axaftina zimanê kurdî û rê liber girtina şikesta li ser bikaranîna zimanê Kurdî, gaveke netewiye ku li ser milên me hemûyan e. Berîya herkesekî jî ev bar li ser milên sîyasetvan û rewşenbîrên kurdan e. Divê em ji xwe dest pê bikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin