Aram Tîgran tê bîranîn

Aram Tîgran tê bîranîn

Şaredariya Amedê bi armanca yadkirina hunermendê navdar ê Kurdistanî Aram Tîgran merasîmekê saz dike.

A+A-

Şaredariya Amedê bi armanca yadkirina hunermendê navdar ê Kurdistanî Aram Tîgran  merasîmekê saz dike.

Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê û MA Muzîk, sibehê roja înê 09- 10-2019an da şeva bîranîna Aram Tîgranî pêk bînin.

Di şeva bîranîna Aram Tîgran de wê 17 muzîkjenê ji MA Muzîk û Laleş Cafe-Sanatê beşdarî bernameyê bibin. Di bernameyê de wê muzîkjen sitranên Aram Tîgran bistirên.

Bername dê li Navenda Çand û Hûnera ya Amedê li Salona Şanoyê pêk were. Bernamey wê di seet 19.30an da dest pê bike.

Aram Tîgran kî ye?

Aram Tîgran di sala 1934an de li Qamişloyê ji dayik bûye. BI eslê xwe ermen e. Bi gelek zimanan sitranên xwe vegotiye û 55 salan li ser muzîkê xebitiye.

Sitranên wî yên bi zimanê erebî, kirmançikî, kurmancî, suryankî, tirkî û ermenkî hene. BI saya bavê xwe kêfa ji muzîkê re hatiye û eleqeya wî çûye ser. DI 9 saliya xwe da dest bi lêdana ûdê daye.

Piştî sala 1966an çûye Yerîvan, paytexta Ermenîstanê û li Radyoya Yerîvanê 18 salan xebitiye. 1995an da mala xwe biriye Atînayê û jiyana xwe li wir domandiye.

Li ser muzîka kurdî şêwazekî bi navê Aramî ava kiriye. Şêwaza ku ava bûye dişibe muzîkên koroyê ya ermenan.

Heta sala 1984an  li radyoya Yerêvanê xebatên xwe domandiye. Albuma xwe ya 14em di 74 saliya xwe da weşandiye û 2009an li Atînayê ji nîşkeva nexweş ketiye û roja 8ê Tebaxê li wir miriye.

Wasîyeta wî ya ku dixwast gora wî li Amedê be, ji hêla desthilatdarê ve hatiye astengkirin û li Amedê nehatiye binaxkirin. Gora wî li Brukselê, payîtexta Belçîkayê hatiye çêkirin û axa ku ji Amedê birine li ser gora wî reşandine.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin