Anqere: Ji bo xwe nedin dest, du kes xwe teqandin

Anqere: Ji bo xwe nedin dest, du kes xwe teqandin

li ser îxbarekê dema hêzên polisên Tirk dest bi operasyonê kirine, di nava wesayîtê de xwe teqandine.

A+A-

 

Di 8ê Cotmehê de 30 km dûrê Enqerê li ser rêya navçeya Haymana, li ser îxbarekê dema hêzên polisên Tirk dest bi operasyonê kirine, di wesayîteke de ku du kes têde bûne di nava wesayîtê de xwe teqandine.

Li gor daxuyanîya resmî ya walîyê Anqere; di 7ê Cotmehê de îxbarekê di derbarê kesên şikbar de ji Diyarbekirê hatîye; li ser vê îxbarê hêzên wan yê emnîyetê 30km dûrê Anqerê di çiftlikêkê hespan de dest bi operasîyenê kirine û hişyarîya dane wan ku ew teslîm bibin, lê ew xwe teqandine; li gor texmînan ew du kes bûne yek zilam yek jî jîn e. Piştî lêkolînê li ciyê bûyarê nasnameyekê bi navê Harun Aslan ku li nifûsa Çewlikê/Bingolê ye hatîye dîtin. Li gor DHAyê navê jinê Mahîde Ataş e. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin