Anqere: Ji 22 wilayêtên Kurd 37 serekcerdevan civîyan

Anqere: Ji 22 wilayêtên Kurd 37 serekcerdevan civîyan

Wezîrê Hundir yê Tirk Suleyman Soylu piştî civîna xwe ya bi walîyên Kurdistanê re îro jî ji 22 wilayetên Kurdistanê 37 serekkorucîyan (serekcerdevan) re civîya.

A+A-

Wezîrê Hundir yê Tirk Suleyman Soylu piştî civîna xwe ya bi walîyên Kurdistanê re îro jî ji 22 wilayetên Kurdistanê 37 serekkorucîyan (serekcerdevan) re civîya. Serokkoriciyên Semsûr, Agirî, Erdexan, Êlih, Bedlîs, Çewlig, Amed, Xarpet, Dîlok, Çolemerg, Idir, Qers, Mereş, Kilîs, Meletî, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex, Dêrsim û Wanê bêşdarî civînê bûn.

Di civînê de li gel Wezîrê Hundir Suleyman Soylu cigîrê Wezîrê Hundir Sebahattin Ozturk, Misteşarê Wezîrê Hundir Muhterem Ince, Komutanê Giştî yê Hêzên Cendirme Org. Yaşar Guler,  Mudirê Emnîyetê yê Giştî Selamî Altinok, Musteşarê Ewleyî yê giştî Muhammed Dervişoglu amede bûn.

Agahîyên ku di medyayê de belav bûne  ev 35 sal e ku nav û statuya wan dihê minaqeşe kirin ji wan re navekî bihetê dîtin; dihê gotin ku di şûna ”Korucîyên Miweqat yên Gund” dê bibin ”Korucîyên Daimî”

Dê tîmeka taybet bihê avakirin. Korucî jî di nav de cîh bigrin û bi çekên giran û techîzat bên xemilandin.

Di 26ê Adara 1985ê de bi nimareya 442 ya Qanûna Gundîyê Korucî hatîye avakirin; bi îdarî bi  Qaymeqam re, lê bi meslekî di bin emir û komutaya cendirmeyan de ne.
47. 800 koruciyên bi muşe û 25 hezar jî korucîyên dilxwaz hene.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin