Angelina Jolie li Başûrê Kurdistanê ye

Angelina Jolie li Başûrê Kurdistanê ye

Balyoza niyetpakiyê ya Netewên Yekgirtî Angelina Jolie çû serdana kampa penaberan a li Domizê. Jolie, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi nimûne ji bo parastina penaberan binav kir.

A+A-

Di sêyem serdana xwe de ji bo kampa penaberan ya Domîz, Angelina Jolie daxwaz kir ku çareseriyek siyasî ji bo kirîzên Rojhilata Navîn re bê dîtin daku jiyana dijwar ya penaberan bidawî bê.

Di kongirekî rojnamevanî de li kampa Domîz, Jolie got: "Di vê serdanê de, wekî her dem xweragirî û mihrebannî û comerdiya xelkê Rojhilata Navîn di bîra min de ye. Supasiya xelkê Iraqê dikim ji bo comerdiya wan beramberî penaberên Sûrî û meşextan. Bi taybetî sipasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim, ku bûye nimûne ji bo parastina penaberan".

Navhatî got jî: "Roja Sêşemê, wê datayên nû li ser hejmara meşextan bên belavkirin, hejmara wan zêde bûye. Di demekê de ku ti çareseriyeke siyasî di asoyê nêzîk de nayê dîtin. Vê yekê jî valahiyek çêkiriye ku bi alîkariyên mirovî ew valahî tije nabe. Take çareser ew e, ku ceng bidawî bê û hemû Hikûmet bi erk û berpirsatiyên xwe rabin".

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin