Amerîkayî ji sînemayê zêdetir çûne pirtûkxaneyê

Amerîkayî ji sînemayê zêdetir çûne pirtûkxaneyê

Li Amerîkayê serdana pirtûkxaneyê li gorî sînemayê girîngtir û balkeştir tê dîtin. Di sala 2019’an de amerîkayî ji sedî 10.5 çûn pirtûkxaneyê. Li gorî vê raporê jin ji mêran du qat zêdetir çûn serdana pirtûkxaneyan.

A+A-

Alaattin Ayhan

Li Amerîkayê serdana pirtûkxaneyê li gorî sînemayê girîngtir û balkeştir tê dîtin. Di sala 2019’an de amerîkayî ji sedî 10.5 çûn pirtûkxaneyê. Li gorî vê raporê jin ji mêran du qat zêdetir çûn serdana pirtûkxaneyan.

Li gorî rapora îstatîstîkên 2019’an a li Amerîkayê ji sedî 10.5 kes çûne pirtûkxaneyê. Serdana pirtûkxaneyê ji sînemayê, ji werzîş û muzîkê pirtir eleqe dîtîye.

Li gor raporê ev îstatîstîk derketine pêş:

-Sedî 10.5 çûne pirtûkxaneyê

-Sedî 5.3 çûne sînemayê

-Sedî 4.7 beşdarî werzişek zindî bûne

-Sedî 3.8 beşdarî bernameyek şanoyê û muzîkê bûne

-Sedî 3.7 çûne parkek neteweyî yan jî dîrokî

-Sedî 2.5 serdana muzeyê kirine

-Sedî 2.5 çûne qûmarxaneyê

-Sedî 1.5 çûne parkek şahîyê

-Sedî 0.9 serdana bexçê heywanan kirine.

JI MÊRAN PIRTIR JIN ÇÛNE PIRTÛKXANEYÊ

Lo gorî vê raporê li Amerîkayê sedi 13.4 jin û sedî 7.5 jî mêr serdana pirtukxaneyê kirine. 

Mêr bi piranî çûne gazînoyan, çalakîyên werzîşan û parkên neteweyî. Kesen ku çûne pirtûkxaneyê piranî 30-49 salî ne. Ji ber ku pirtûkxane bê pere ne û înterneta wê jî heye mêvanên pirtûkxaneyê piranî kesên feqîr û bêmal in. 

Kesên ku li herema rojhilata Amerîkayê dîjîn piranî serdana muzeyan kirine. Ji alîyê din ve kesên ku li rojavayê Amerîkayê dijîn piranî çûne parkên netewî-dîrokî û qumarxaneyan.

Dîyarname

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin