Amerîkayê tola êrişa Hewlêrê li Sûriyê girt   

Amerîkayê tola êrişa Hewlêrê li Sûriyê girt  

.

A+A-

Wezareta Berevaniya Amerîka (Pentagon) ragihand ku li Sûriyê êrişê milîsên ser bi Îranê kirin.

Wezareta Berevaniya Amerîkayê  di daxuyaniyekê de ragihand, bi fermana Serokê Amerîka Joe Biden, artêşa wî welatî çend êrişên asmanî encam dane û têde jêrxaneya ku ji aliyê grûp û milîsên ser bi Îranê ve li Sûriyê tê bikaranîn, hatiye armanckirin.

Li gor daxuyaniya Pentagonê ku bi navê John Kirbey hatiye belavkirin, lêdana asmanî ya Amerîka bi hûrî li dijî ketîbeyên Hizbulla û ketîbeyên Seyid Şuhedaa yên ser bi Îranê ve li Sûriyê hatine encamdan.

Li gor Pentagonê, di lêdanê de çend cih, baregeh û pêgehên ku li nêzîkî xalên pişkinînê yê sînorî ji aliyê grûpên ser bi Îranê ve dihatin bikaranîn, hatin wêrankirin.

Li gor heman daxuyaniyê, ev êriş weke berisvekê ye li êrîşên vê dawiyê yê li ser hêzên Amerîka û Hevpeymaniya navdewletî li Iraqê.

Di daxuyaniyê de herweha hatiye ku êriş bi tedbîrên diplomatîk hatiye encamdan di nava şêwira li gel hevpeymanên wan û ev nameyeke zelal e ku Biden pabend e bi berevaniya li xelkê Amerîka û hêzên hevpeymanên Amerîka.

Pentagon dibêje jî, ev bersiva leşkerî bi awayekî hatiye kirin ku rewşê Rojhilatê Sûriyê û Iraqê aloztir neke. Derbarê êrişê de Wezîrê Berevaniya Amerîka Lloyd Austin got: “ Em piştrastin ku me çi li wê pêgehê kiriye armanc û dizanin jî ku ew cih ji aliyê heman mîlîsêm bikarhatiye, ku êrîşa vê dawiyê kiriye. Zanyariyên hûr li ser qebareya zeraran digihên destên me. Me karên xwe bi başî kirine, her bi wî corê ku berê me dikir. Me rê da Iraqiyan û me piştîvaniya wan jî kir ku lêkolîna îstixbaratî ya taybet li ser wan pêgehan bikin, heta em bikaribin bê şaşîtî wan bomberan bikin, û êrîşê bi awayekî pîşeyî bikin.”

Riwangeha Sûrî ya Mafên Mirov ragihand, di êrişa asmanî ya Amerîka de 17 çekdarên milîsên ser bi Îranê ve hatine kuştin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin