Amerîkayê Tirkiye xist nav welatên ku zarokên leşker bikar tîne

Amerîkayê Tirkiye xist nav welatên ku zarokên leşker bikar tîne

.

A+A-

 Wezareta Derve ya Amerîkayê Tirkiye xiste nav lîsteya "welatên ku tevlî bikaranîna zarokên leşker." Ev cara yekem e ku hevalbendek NATOyê di nav navnîşek wusa de cih digire.

Wezareta Derve ya Amerîkayê di rapora Bazirganiya Mirovan (TIP)  ya 2021an de diyar dike ku Tirkiye ev demeke dirêje li Sûriyê “Piştgirya berbiçav dide zarokên leşker”

Rayedarekî payebilind ê Wezareta Derve yê Amerîkayê her wiha amaje bi bikaranîna zarokên leşker li Lîbyayê kir û got ku Washington hêvî dike ku bi Enqereyê re pirsgirêkê çareser bike.

Rayedarê Wezareta Derve ya Amerîkayê got jî “Bi taybetî di derbarê Tirkiyê de... Cara yekem e ku endamekî NATOyê di lîsteya pêşîlêgirtina leşkerên zarok de cih digre. Wekî serokê herêmê û endamê NATO-yê rêzdar, Wekî serkirdeyekî herêmê û endamê NATOyê yê rêzdar, derfeta Tirkiyê heye ku pirsgirêka şandin û bikaranîna leşkerên zarok li Sûriye û Lîbyayê çareser bike.”

Li gorî rapora Wezareta Derve ya Amerîkayê welatên ku di vê lîsteyê de cih digrin, di derbarê alikariya ewlehiya diyarkirî û lîsanskirina bazirganiya alavên leşkerî de bêyî bexşandina serok tên sînordarkirin.

Bi xistina Tirkiyê bo lîsteyê, hîn ne diyar e ku otomatîk sînordarkirin li ser bê sepandin an na.

Di heman nûçeya Reutersê de tê gotin ku Tirkiyê li Sûrîyê û Rojava li dijî DAIŞê û şervanên Kurd yên Amerîka piştgiriya wan dike, sê operasyonên derveyî sînor pêk anî, û gelek caran grûpên çekdar ên Sûrîyê li rex hêzên xwe bikar aniye.

Di nûçeyê de tê diyarkirin ku hin ji van grûpan ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve bi binpêkirina mafên mirovan û bê cûdahî êrîşkirina ser sivîlan, revandin û talanê hatine tawanbar kirin. Gava ku Neteweyên Yekbûyî ji Enqerê xwestibû ku van çekdarên Sûrîyeyî kontrol bike,Tirkiye îdiayan red kir û wekî "bêbingeh" binav kir.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin