Amerîkayê ji bo rawestandina operasyonê çi bo Tirkiyê pêşniyar kir?

Amerîkayê ji bo rawestandina operasyonê çi bo Tirkiyê pêşniyar kir?

.

A+A-

Nivîskarê Hurriyetê Abdulkadir Selvî ragihand ku Amerîka ji bo rawestandina operasyoneke nû ya Tirkiyê li dijî Rojavayê Kurdistanê, pêşniyara vekişandina HSDê bi qasî 30 kilometreyan ji herêmên nêzîkî sînorê bi Bakurê Kurdistanê re kiriye.

Artêşa Tirkiyê ji roja 20ê Mijdara 2022an ve dest bi êrîşeke asmanî li ser Rojavayê Kurdistanê û hin deverên bakurê Sûriyê kiriye. Ji aliyekê ew êriş berdewam in û ji aliyekê behsa egera destpêkirina operasyoneke bejayî li dijî Rojavayê Kurdistanê tê kirin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û rayedarên din ên wî welatî berdewam gefa operasyona bejayî dixwinin û herî dawî 23ê vê mehê Erdogan gotibû: “Operasyonên asmanî tenê destpêk e. Di demeke herî guncaw de em dê operasyona bejayî jî bikin.”

Amerîka û Rûsyayê bi caran ragihandin ku ew li dijî operasyona bejayî ya Tirkiyeyê li herêmê ne. Lê belê Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan destnîşan kir ku ew ê "di dema herî guncaw" de ji bejahiyê dest bi operasyonê bikin. Ji aliyên din ve Amerîka û Rûsyayê gelek caran ragihandin ku ew li dijî operasyona bejayî ya Tirkiyê li herêmê ne.

Proje-pêşniyara Washingtonê çi ye?

Amerîka ji bo ku Tirkiyê êrîşeke bejayî neke, Proje-pêşniyara amade kiriye û daye Enqerê.

Destpêkê Serokerkanê Amerîka Mark Milley û serokerkanê Tirkiyê Yaşar Güler civiyane. Amerîka, proje pêşniyara ku amadekiriye daye destê sefîrê xwe li Enqerê Jeffry Flake. Flake hevdîtin ligel Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar pêk aniye. Ji Hulusî Akar re gotiye ew dixwain bêyî operasyoneke bejayî pirsgirêkê çareser bikin û dê wiha bikin ku YPG 30 km dûrî sînor bikeve.

Nûnerê Amerîka ji bo Rojavayê Kurdistanê Nicolas Granger jî eşkere got ku wan destûra operasyonê nedane Tirkiyê û sefîrê wan li Enqerê eşkere ji berpirsên Tirk re gotiye Amerîka rê nade operasyonê.

Endamê Konseya Serokatiya MSD jî li Washington Besam Seqir got Amerîka gazî wan kiriye û ji wan xwestiye ku aramî were parastin û Amerîka lampa kesk ji bo operasyona Tirkiyê vênexistiye

Ji aliyê din ve nivîskarê Rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selvî ku bi nêzîkbûna xwe ya bi hikûmeta Tirkiyeyê re tê naskirin, têkildarî helwesta Amerîkayê ya li ser mijarê îdiayeke nû anî rojevê.

Abdulkadir diyar kir ku operasyona pêştir a Tirkiye weke "Operasyona Kaniya Aştiyê" bi nav dike ya li dijî Serê Kanî û Girê Spî tevî nerazîbûna Amerîkayê hat kirin û got ku Erdogan vê carê ji bo operasyona bejayî Til Rifat, Minbic û Kobanî kiriye armanc.

Selvî nivîsiye ku "Amerîka ku dizana Erdogan rijd e, ji bo vê pirsgirêkê, bêyî operasyon çareser bikin ket tevgerê."

Li gor îdiayên Selvî Amerîkayê pêşniyar kiriye ku li hember Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) 30 kîlometreyan ji sînorê bi Bakurê Kurdistanê re dûr bikeve, Tirkiye operasyona xwe li ser Rojavayê Kurdistanê rawestîne.

Nivîskarê Hurriyetê di berdiwamiya gotara xwe de dibêje: “Hulusî Akar bi Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê Şoygu re jî hevdîtin kir.

Ev tê wê wateyê ku operasyoneke bejayî nêzîk e. Ji ber ku heta niha sozên ku ji me re hatine dayîn nehatine cih. Heya ku Tirkiye li herêmê bi cih nebe, êrîşên PYD-YPGê dê nerawestin.”

Herêmên ku hatine hedefgirtin di rêkeftina Soçî de nebûn

Tirkiyê û grûpên çekdar ên Sûriyê ku Enqere piştgiriya wan dike di 9ê Cotmeha 2019an de li dijî Serê Kanî û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê êrişek  bi navê “Operasyona Kaniya Aştiyê” dabûn destpêkirin û ev herêm dagir kiribûn.

Di 23ê Cotmeha 2019an de li Soçiyê di navbera Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn de li ser Rojavayê Kurdistanê rêkevtinek pêk hatibû.

Lihevkirirn Erdogan û Putin li ser 10 xalan e û di xala 5emîn de tê gotin: “Roja 23yê Cotmehê ji demjimêr 12.00ê pêve, polîsên Rûs û parêzvanên sînor ên Sûriyê, ji xeynî herîmên operasyona “Kaniya Aştiyê”, li herêmên din dê ji bo 30 kîlometre dûrxistina YPGê kar bikin. Ev kar dê di nava 150 demjimêran de bê encamdan. Di heman demî de dê li rojhilat û rojavayê herêma operasyonê Türkiye û Rûsya dewriyeyên hevbeş pêk bînin (Qamişlo ne di nav de).

Li gor pêşniyarê ku der din kontrola HSDê de dimînin?

Ne Amerîka û ne jî Rûsya armanca Tirkiyeyê ya avakirina herêmeke ewle ya bi dirêjahiya 444 kîlometre û kûrahiya 30 kîlometreyan li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyeyê hem li Soçî hem jî di hevdîtinên din de qebûl nekirin.

Di sala 2012an de, salek piştî şerê Sûriyê ku di sala 2011an de dest pê kir, artêşa Sûriyê bi giranî ji gelek bajarên Rojavayê Kurdistanê  vekişiya û herêm ket di bin kontrola Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de.

Eger pêşniyara ku ji aliyê Amerîkayê ve hatiye pêşkêşkirin (ku ev îdiayek e), were cîbicîkirin û hezên Kurdî (HSD û YPG), 30 kîlometreyan ji sînor were vekişandin, wê demê beşeke pir biçûk ji Rojavayê Kurdistanê û beşek ji Reqa û Dêrezorê dê  di bin kontrola Rêveberiya Xweser de bimîne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin