Amerîkayê hişyarî da Tirkiyê

Amerîkayê hişyarî da Tirkiyê

Nûnera Daîmî ya Amerîkayê li NATOyê Kay Bailey Hutchison dibêje, Tirkiye nikare herdu sîstemên mûşekî yên Rûsya û Amerîkayê bi hev re bikire.

A+A-

Nûnera Daîmî ya Amerîkayê li NATOyê Kay Bailey Hutchison dibêje, Tirkiye nikare herdu sîstemên mûşekî yên Rûsya û Amerîkayê bi hev re bikire.

 Amerîkayê derbarê kirîna sîstema S-400 a Rûsî de careke din hişyarî da Tirkiyê û ji Enqerê re ragihand: “Hûn nikarin herdu sîsteman bi hev re bikirin.”

Nûnera Daîmî ya Amerîkayê li NATOyê Kay Bailey Hutchison got: “Eger Tirkiye dixwaze firokeyên F-35 bikire, divê dest ji kirîna sîstema berevaniya esmanî ya S-400 a Rûsî berde.”

Kay Bailey Hutchison ji Tirkiyê re got: “Hûn nikarin di heman demê de herdukan bikirin.” Nûnera Daîmî ya Amerîkayê li NATOyê Kay Bailey Hutchison, herwiha Rûsya bi wê yekê tohmetbar kir ku li rêyên parçekirin û bêhêzkirina NATOyê digere û got: “Kirîna S-400an ji aliyê Tirkiyê ve dê bibe hevkar ku Rûsya van planên xwe cîbicîh bike.”

Hutchison tekez kir ku “bicîhkirina sîstema berevaniya esmanî ya Rûsî di nav mekanîzma çavdêriya leşkerî ya firokeyên F-35 de nayê qebûl kirin” û berê axaftina xwe da rayedarên Tirkiyê û got: “Divê hûn yekê hilbijêrin. Ya yekê yan a din dikarin wergirin, lê hun nikarin herdukan bi hevre bikirin.”

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan doh Sêşemê, derbarê sîstema S-400 a Rûsî de gotibû: “Li vê derê rêkeftineke ku me ligel Rûsyayê kiriye heye, bibiryarbûna me heye. Ne mimkun e em paşde gavan biavêjin.”

 

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin