Amerîkayê êrîşî hêzên rejîma Sûriyê kir

Amerîkayê êrîşî hêzên rejîma Sûriyê kir

Hat ragihandin ku Amerîkayê îro bi helîkopterekê êrîş biriye ser bingeheke leşkerî ya Artêşa Sûriyê li nêzîkî bajarê Qamişloyê.

A+A-

Hat ragihandin ku Amerîkayê îro bi helîkopterekê êrîş biriye ser bingeheke leşkerî ya Artêşa Sûriyê li nêzîkî bajarê Qamişloyê.

Li gorî jêderên ji Rojavayê Kurdistanê helîkoptera şer a Amerîkayê bingeheke artêşa Sûriyê li başûrê bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê bi rokêtekê kiriye armanc. 

Li gorî zanyariyan helîkoptera Amerîkayê bi roketan êrîş biriye ser hêza artêşa Sûriyê ya ser bi fewca 54 li nêzîkî gundê Raşidiyê yê başûrê Qamişloyê.

Hinek çavkanî jî dibêjin, êrîş ji aliyê Îsraîlê ve hatiye kirin. Derbarê ziyanan de ti agahî nehatine, lê tê ragihandin ku liv û tevgera helîkopterên Amerîkî li deverê berdewam e.

Gundê Raşidiyê, gundekî ereban li başûrê Qamişloyê ye û dikeve navçeya di bin kontrola hêzên hikûmeta Sûriyê de. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin