Amerîkayê êrîşên Îranê şermezar kirin

Amerîkayê êrîşên Îranê şermezar kirin

.

A+A-

Amerîkayê li ser êrîşên moşekî yên îro ji aliyê Îranê ve hatin kirin bertek nîşan da û êrîş şermezar kirin.

Li gor Berdevkê Herêmî yê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Samuel Werberg di derbarê êrîşên îro yên ser baregehên Partiya Demorkata Kurdistana Îranê (PDKÎ) li navîçeya Koyê û baregeha Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê li gundê Zirguwêzê de diyar kiriye: “Amerîka bi tundî êrîşên bi vî awayî şermezar dike.”

Îranê îro baregehên Partiya Demorkata Kurdistana Îranê (PDKÎ) li navçeya Koyê ya Hewlêrê û herwiha baregeha Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê li gundê Zirguwêzê yê Silêmaniyê bi moşek û dronan kirin armanc.

Li gor Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê daye zanîn, di êrîşa ser Koyê de kesekî can daye û 8 kes birîndar bûne, lê di derbarê zerarên êrîşa li ser baregeha Komeleya Zehmetkêşan de hîn tu zanyarî nehatine bidestxistin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin