Amerîkayê dorpêçeke nû bi ser Îranê de sepand

Amerîkayê dorpêçeke nû bi ser Îranê de sepand

Amerîkayê kompaniya herî mezin a petrokimyayî ya Îranê xiste nav lîsteya dorpêçan.

A+A-

Amerîkayê kompaniya herî mezin a petrokimyayî ya Îranê xiste nav lîsteya dorpêçan.

Wezareta Gencîne ya Amerîkayê ragihand ku Amerîkayê pîşesaziya petrokimyaya Kendava Fars ya Îranê ku ji 39 kompaniyan pêk tê, xistiye nav lîsteya dorpêçan.

Li gor daxuyaniya Wezareta Gencîne ya Amerîkayê, ew kompanî piştîvaniya darayî ya Supaya Pasdaran dike.

Wezîrê Gencîneya Amerîka yê Steven Mnuchin ragihand ku ew dixwazin  bi rêya dorpêçên ser petrokimyaya Îranê, rê li ber wan kanalan bigrin ku ji Supaya Pasdaran re pere peyda dikin.

Steven Mnuchin eşkere kir ku ev dorpêçên nû, hişyariyek e ku guvaşên mezin yên Amerîkayê li ser Îranê berdewam bin.

Petrokimyaya Kendava Fars, ji 39 kompaniyan pêk tê û nûneratiya wê li welatên derve jî hene, ku îro dorpêç bi ser hemûyan de hate sepandin.

Piştî vê biryara Wezareta Gencîne ya Amerîkayê, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand ku Waşinton rê nade pereyên nearamkirina Rojhilata Navîn bikevin destê Îranê.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin