Amerîkayê digel Îtîlafa Opozîsyonê û ENKSê civiya

Amerîkayê digel Îtîlafa Opozîsyonê û ENKSê civiya

Rawêjkarê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê li Sûriyê Wilham Robak, li gel şandeke ENKS civiya û di civînê de behsa pêwendiyên di navbera ENKSê û PYD û avakirina rêveberiyeke nû, ku hemû aliyên têde beşdar bibin hat kirin.

A+A-

Şandeke pilebilind a Amerîkayê serdana Rojavayê Kurdistanê kir û mijara rêveberiyeke nû ligel çend aliyên siyasî gotûbêj kir.

 

Hevdîtin li ser daxwaza Rawêjkarê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê li Sûriyê Wilham Robak çêbû.

 

Li gor agahiyan, di civînê de ji ENKSê Ebdulsemed Xelef Biro, Ebdulkerim Mihemed, Nimet Dawûd û Fesel Yûsîf beşdar bûn. Herdu aliyan behsa pirsa avakirina herêma aram û rewşa siyasî li rojavayê Kurdistanê û Sûriyê kirin.

 

Di heman demê de, ENKS ligel nûnerên Cezîrê û Firat jî civiyan ku di nava Itîlafê de cih digirin.

 

Li aliyekî din li Stenbolê, Şandeke Îtilafa Opozisyona Sûriyê, ligel Cîgirê Wezîra Derve yê Amerîka ji bo karûbarên Şamê û nûnerê taybet ji bo Sûriyê Joel Reborn û şanda pêre civiya, û her du aliyan behsa rewşa dawî ya li Rojavayê Kurdistan û Sûriyê kir.

 

Cîgirê Serokê Îtilafa Opozisyona Sûriyê Ebdulbasit Hemo diyar kir şanda Amerîkî behsa biryara vekişîna hêzên welatê xwe kir û got: “Ti guhertin di stratejiya Amerîka de li Sûriyê çênebûye û Amerîka dê hêzên xwe gav bi gav vekişîne. Ji bo navçeya aram jî Amerîka dixwaze xalên çavdêriyê deyne û dê hewl bide ligel Tirkiyê, komîteyên teknîkî ji bo birêvebirina navçeya aram pêk bîne.

 

Hemo herwiha got  ku şandê tekez kir ku ew li ser hewlên xwe bedewam in ku ligel Tirkiyê û HSDê û welatên hevpeyman bigihêjin rêkeftinekê û gavên baş jî hatine avêtin.

 

Derbarê Kurdan de jî Hemo got ku şanda Amerîka behsa rola Hêzên Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanên û Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS)  kir û got ku dê her pêkhateyek navçeya xwe birêve bibe.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin