Amerîkayê derbarê rêkeftina atomî de bang li Reîsî kir

Amerîkayê derbarê rêkeftina atomî de bang li Reîsî kir

.

A+A-

 Amerîkayê daxwaz ji Serokkomarê nû yê Îranê, Îbrahîm Reîsî kir ku di zûtirîn dem de vegere ser maseya danûstaninên atomî.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê, Ned Price di konferansa heftane ya wezaretê de ragihand, “Em Îranê han didin ku di demeke nêzîk de vegere ser gotûbêjan, daku em karên xwe bigihin encamê.”

Ned Price diyar kir, peyama wan bo Îbrahîm Reîsî heman peyama ji bo Serokkomarê berê yê Îranê ye ku derfeta dîplomasiyê bo hertim nîne û sînordar e.

Pride got, ew ji Îranê dixwazin ku ji derfeta dîplomasiyê sûdê werbigre û vegere nav danûstandinan, ji ber ku wan bi zelalî gotiye ku ew amade ne rêkeftina atomî zindî bikin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê got: “Eger Reîsî, Serokê Îranê yê nû di helwêstên xwe de rastgo be û bi rastî dixwaze em sizayên li ser welatê wî rakin, divê vê bizane ku gotûbêjên Viyennayê dirist ev rê ye ku me digihîne vê armancê.”

Daxuyaniya Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê di demekê de ye, ku Serokkomarê Îranê yê nû Îbrahîm Reîsî duh Pêncşemê 5ê Tebaxê di merasimekê de sonda yasyaî xwar. Di merasimê de çendîn serok û serkirdeyên welatên cîhanê, di nav de jî Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê beşdar bûn.

Reîsî di gotara xwe ya duh de amaje bi bernameya atomî ya Îranê kir û got, Her rêyeke dîplomasiyê ku bibe sedema rakirina dorpêçan, em pêşwaziyê lê dikin.

Heta niha şeş gerên danûstandinên atomî di navbera Îran û welatên beşdar di rêkeftina atomî de ji bilî Amerîkayê, li Viyenna ya paytexta Nemsayê hatine encamdan û herdu alî dibêjin, pêngavên giring hatine avêtin, lê gihîştine mijarên hesas û divê biryarê li ser bidin.

Hesen Ruhanî, Serokkomarê Îranê yê berê dixwest di serdema kabîneya xwe de bi welatên rojavayî re derbarê rêkeftina atomî de bigihe encamekê, lê belê nakokiyên di navbera aliyên desthilata Îranê, rê li ber hewldanên wî girt.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin