Amerîkayê daxwaz ji Tirkîyê kir êrişa li ser Rojava rawestîne

Amerîkayê daxwaz ji Tirkîyê kir êrişa li ser Rojava rawestîne

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê diyar kir ku êrişa Tirkîyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê seqamgirîya navçeyê têk dibe û daxwaz ji Tirkîyê kir ku êrişê rawestîne.

A+A-

 

Navenda Nûçeyan- Wezîrê Berevanîyê yê Amerîkayê Mark Esper di konferanseke rojnamevanîyê de derbarê êrişa Tirkîyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê axivî û ragihand ku êrişa Tirkîyê ya li ser bakur rojhilatê Sûriyê seqamgirîya navçeyê têk dibe.

 

Wezîrê Berevanîya Amerîkayê herwiha got ku hemahengîya wan a temam li gel Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) heye ku got ku ew daxwaz ji Tirkîyê dikin dawî li êrişa xwe bîne.

 

Mark Esper got, “Ev operasyon HSD ku hevbeşê me ye, têxi rewşeke wisa ku zîyan bigihijê û metirsiye li ser kampên DAIŞê û navçeyê ber bi seqamgirîyek zêdetir dibe. Di asta serok de heta astên jêr me li gel Tirkan derbarê wê mijarê gotûbêj kirine.” Esper aşkere kir ku wî ji Wezîrê Berevanîyê yê Tirkîyê re gotîye ku ew êrişa Tirkîyê dê zîyanê bigihîne peywendîyên dualî yên di navbera herdu alîyan.

 

Mark Esper dupat kir ku wan dest ji piştevanîya hêzên Kurdî bernedaye û ragihand, “Ez dixwazim bi zelalî bibêjim, em dest ji piştevanîya hêzên Kurd ên hevbeşên me bernadin û hêzên Amerîkî li gel wan li beşên din ên Sûrîyê dimînin. Encamdana wî karî ji alîyê Serok Erdogan bo kontrolkirina bakurê Sûrîyê, Amerîka xistîye rewşeke dijwar û ew jî li berçavgirtina wan peywendîyên ku me li gel Tirkîyê weke hevpeymanê NATOyê ku li gel hev şer kirîye. “

 

Trump biryareke nû li dijî Tirkîyê da

 

Ji alîyekî din Wezîrê Gencîneyê yê Amerîkayê Steve Mnuchin di konferanseke rojnamevanîyê de aşkere kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump biryarnameyek îmze kir ku desthilatê dide sizayên tund bi ser Tirkîyê de bisepînin.

 

Wezîrê Gencîneyê yê Amerîkayê herwiha ragihand ku eger ew neçar bimînin ew dikarin aboriya Tirkîyê ji kar bixin.

 

Steve Mnuchin got ku ew dê li gel wezaretên derve û parastinê yên Amerîkayê derbarê wan sizayan de di hemahengîyê de bin û dîyar kir, “Em sazîyên darayî yên Tirkîyê derbarê sepandina sizayan bi ser wan de hişyar dikin ku bi baldarî tevbigerin. Ez dixwazim bibêjim ku niha ew siza nayên cîbicîkirin. Lêbelê ev mezintirîn desthilat in ku ji aliyê serokatîyê ve bi me hatine dayîn.”

 

Wî wezîrê amerîkî got ku ew siza dê tund bin û got, “Ez hêvîdar im ku em neçar nemînin bo bikaranîna van sizayan, lêbelê eger pêwîst bike em dê aborîya Tirkîyê bigirin.”

 

Çavkanî: Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin