Amerîkayê careke din hişyarî da Tirkiyê

Amerîkayê careke din hişyarî da Tirkiyê

.

A+A-

 Cîgira Wezîrê Derve yê Amerîkayê Wendy Sherman li ser kirîna çekên ji Rûsî hişyarî da Tirkiyê û got ”Eger Tirkiye ji Rûsyayê zêdetir çekan bikire, dê peywendiyên di navbera wan de bikevin bin metirsiyê.” Herwiha Sherman dibêje “Me ji wan (Tirkiyê) xwest ku dest ji kirîna kelûpelên ji Rûsyayê berdin. Eger Tirkiye di vî warî de berdewam be, em dê hewl bidin encamên vê yekê ji wan re bibêjin.”

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan piştî civîna xwe ya li gel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin amaje bi wê yekê dabû ku ew di mijara sîstema berevaniya esmanî S-400an de paş de gav navêjin û dê li ser kirîna wê sîstemê ji Rûsyayê berdewam bin. Amerîka jî di mijara kirîna S-400an de ligel Tirkiyê nakok e û li bermaber van gotinên Erdogan nerazîbûn nîşan da.

Cîgira Wezîrê Derve yê Amerîkayê Wendy Sherman derbarê civîna Serokkomarê Tirkiyê ya li gel Serokê Rûsyayê de bersiva pirsên rojnamevanan da. Sherman amaje bi wê yekê da ku wan her tim ji Tirkiyê xwestine sîstema S-400an li ba xwe nehêle û dest ji kirîna kelûpelên leşkerî ji Rûsyayê berde û got “Em hewl didin encamên berdewambûna li ser vê mijarê ji Tirkiyê re bibêjin.”

Wendy Sherman tekez kir û dibêje “Sîstema S-400an ne li gor sîstemên NATOyê ne û bi hevre nayên xebitandin“

Recep Tayip Erdogan hefteya borî piştî serdana xwe ya bo Amerîkayê di daxuyaniyeke derbarê peywendiyên li gel Amerîkayê de gotibû “Wek du welatên endamên NATOyê niha peywendiyên me ne baş in. Ez nikarim bibêjim ku me li gel Biden baş destpê kir.”

Herwiha Erdogan ameje bi wê yekê jî dabû ku Tirkiyê bi bihayê 1 milyar û 400 milyon dolar firokeyên F-35 ji Amerîkayê kirîne lê tevî ku pereyê wan jî dane, ew firoke bo welatê wî nehatine şandin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin