Amerîkayê car din hişyarî da: Çekan nefiroşin Îranê!

Amerîkayê car din hişyarî da: Çekan nefiroşin Îranê!

Nûnerê Amerîka yê Taybet boya Îranê Iilyut Abramiz, piştî daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo bi demekê car din, hişyariya firotina çekan ji bo Îranê da.

A+A-

Nûnerê Amerîka yê Taybet boya Îranê Iilyut Abramiz, piştî daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo bi demekê car din, hişyariya firotina çekan ji bo Îranê da.

Iilyut Abramiz got, wê Amerîka cezayan li çi şirketên ku çekan bifiroşe Îranê bibire, bi taybet jî piştî dirêjkirina qedexeya çekan a li ser Îranê.

Mike Pompeo di civîneke rojnamevanî ya ligel Wezîrê Derve yê Birîtanyayê Domînîk Rab da xuyakirin, ew ê hewl bidin ku qedexeya li ser Îanê dirêj bikin.

Pompeo destnîşan kir ku ew ê hefteya bê li Neteweyên Yekbûyî bin, da ku vegerandina cezayan li ser Îranê guftûgo bikin û wiha got: “Em ê her tiştî ji bo sepandina van cezayan bikin.”

Wezîrê Derve yê Brîtanya Domînîk Rab jî got, divê Îran çekên nukleerî bi dest nexe û piştgirî da Amerîkayê.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin