Amerîkayê bi tundî gef li Iraqê xwar!

Amerîkayê bi tundî gef li Iraqê xwar!

Li gor nûçeya rojnameya Ukaz a Siûdî, nameyekî Amerîkayê bo Iraqê aşkera bûye, ku naveroka wê gefxwarina rasterast li hikûmet û artêşa Iraqê ye.

A+A-

Li gor rojname behs dike, piştguhkirina daxwaza hilweşandina milîsên Heşdî Şeibî ji aliye hikûmeta Iraqê ve, bûye sedem ku ew milîsane amadekariyê bikin bo topbarankirina binkeyê leşkerî yê Eyn Esedê ku li Enbarê leşkerên Amerîkî lê ne.

Di nameyê de Amerîka gef li Iraqê xwarin û ragihandiye ku bi hemû awayekî bersiva her metirsiyekî ser binkeyê leşkerî yê Amerîkayê yê li Eyn Esedê bidin.

Çend rojek berî niha hejmarek wêneyên binkeyê mûşekî hat belav kirin, ku hat gotin amadekariye bo topbarana binkeyê leşkeri yê Eyn Esed. Berî niha jî serokê Amerîkayê Donald Trump serdana wî binkeyî kir.

Artêşa Amerîkayê binkeyê Eyn Esed ê li parêzgeha Enbarê wek binkeyek leşkeri yê esmanî bikar tîne.

Herwiha Serokê Amerîkayê Donald Trumpî ragihandibû ku bo çavdêrîkirina milîsên ser bi îranê bikin, hin leşkerên Amerîkî li Iraqê bimînin. Piştî vê daxuyaniya Trumpî, Hikûmeta Iraqê kete amadehiyê ku yasayek bo derxistina hêzên Amerîkî ji Iraqê derînin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin