Amerîkayê bi nameyekê hişyarî da Opozisyona Sûriyê

Amerîkayê bi nameyekê hişyarî da Opozisyona Sûriyê

Amerîka hişyariyê dide Opozisyona Sûriyê û dibêje ku devera Minbic û rojhilatê Firatê ji bo artêşa Amerîkayê xeta sor e.

A+A-

Ajansa Anadoluyê (AA) diyar kir, rayedarên Amerîkayê ji grûpên çekdar û Hevpeymaniya Opozîsyona Sûriyê “Îtîlaf” re peyamên hişyariyê dişînin û dixwazin ku ew beşdarî operasyona leşkerî ya dibe ku Tirkiye bike nebin.

Di peyamê de dibêjin, kesên tevlî operasyonê bibin ew ê rasterast derkevin pêşiya artêşa Amerîkayê û dê were wê wateyê ku êrîşî Hêzên Hevpeymanan û Amerîkayê dikin û ev jî tê wateya ku bi Hêzên Hevpeymanan û Amerîkayê re têkevin pevçûnê.

Hêzên Amerîkayê û HDS di nav hevdu de ne. Ji ber vê hetanî êrîşî Hêzên Hevpeymanan û Amerîkayê nekin nikarin êrîşî HDSyê bikin."

Rayedarên Amerîkayê di ser de jî gotin: "Dema Fîl şer dikin divê tu ji wê derê bidûr bikevî".

Nûnerê Serokê Amerîkayê li Hevpeymaniya şerê dijî DAIŞê Brett Macgurk, ragihand ku her operasyoneke serbazî ji aliyê Tirkiyê ve dê ne hekîmane be.

 
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin