Amerîkayê bang li Tirkiyê kir ku provokasyonên Rojhilatê Derya Spî bidawî bîne

Amerîkayê bang li Tirkiyê kir ku provokasyonên Rojhilatê Derya Spî bidawî bîne

Amerîkayê bang li Tirkiyê kir ku provokasyonên Rojhilatê Derya Spî bidawî bîne

A+A-

Wezareta Derve ya Amerîkayê piştî ku Tirkiyê car din Keştiya Oruç Reîs a lêgerînê şand Rojhilatê Derya Spî bangewazî li Tirkiyê kir ku dawî li provokasyonê werîne û derhal dest bi hevdîtinên ligel Yûnanistanê bike.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Morgan Ortagus got ku wan ji nû ve şandina keştiya Oruç Reîs bo Rojhilatê Derya Spî bi şaşbûnî pêşwazî kiriye diyar kir, "Gef û zordarî û çalakiyên leşkerî rageşiya Rojhilatê Derya Spî çareser nake. Em bang li Tirkiyê dikin vê provokasyona hesabkirî bidawî bîne û bi Yûnanistanê re dest bi hevdîtinan bike.”

Li aliyê din  Wezîrê Derve yê Almanya Heiko Maas jî li ser mijara ji nû ve şandina keştiya tirk serdana xwe ya bo Tirkiyê betal kir û tenê berê xwe da Atîna û Lefkoşayê.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin