Amerîka- Wezîrê berevanîyê û cîgirê wezîr jî ketin bin karentînayê

Amerîka- Wezîrê berevanîyê û cîgirê wezîr jî ketin bin karentînayê

Wezîrê Berevanîya Amerîkayê Mark Esper û cîgirê wî David Norquist xistine karentînayê.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Berdevekê Wezareta Berevanîya Amerîkayê (PENTAGON) Jonathan Hoffman derbarê pirsa nexweşîya vîrûsa koronayê de daxuyanî da û têde dîyar kir kir ku testên vîrûsa koronayê hinek leşkerên Amerîkî pozîtîv derketine.

Li gor daxuyanîyê ew kesên tûşî koronayê bûne 18 kes leşker in, 13 ji malbatên leşkeranin û 3 kes xebatkarên sîvîl in, 3 kes xebatkarên hevpeymanin ku bi temamî 37 kes in.

Herwiha Jonathan Hoffman herwiha ragihand ku Wezîrê Berevanîyê yê Amerîkayê Mark Esper û cîgirê wî bi gumana koronavîrusê xistine karentînayê.

Herî dawî Serokê Amerîkayê Donald Trump jî pişkinîna Koronayê kiribû û encamên wî negatif derketibûn.

Ligor amarên herî dawî li Amerîkayê heta niha 71 kes ji ber vîrusa Koronayê mirine û bi sedan kes jî tûşî nexweşiê bûne.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin