Amerîka- Washington weke bajarekî valakirî li benda sondxwarina Biden e

Amerîka- Washington weke bajarekî valakirî li benda sondxwarina Biden e

.

A+A-

Navenda paytext Washington ya Amerîka îro roja Seşemê tenê yek rojekî berîya sondxwarina Serokê hilbjartî Joe Biden dimênên eceb yên awarte dide.

Paytext li gor rojên destpekirina serokên nû yên borî bi berevajîyek berbiçav bi têlên ku hatîye dorpeç kirin û bi 25.000 Zerevanîya Neteweyî mîna birceke xûya dike.

Washington paytexta Amerîka di rojên pîrozbahîyên destpêkirina kar yên serokên berê de bi milyonan dibû mîna mîhrîcaneke rengîn.

Lêbelê, pîrozbahî û kombûnên îsal jixwe Jiber tedbir û qedexeyên pandemîya COVID-19 hatibûn betal kirin.

Herwiha niha, herama Kongresê bi sedema gefên gefên nû yên tundîyê yên ji komên ku 6'ê Rêbendanê de êrişî avahîya Kongresa Amerîka (Capitol) kirin, ji raya giştî re hatîye girtin.

Hema hema ti kes ji raya giştî ewê nikaribe rasterast şahîdîya veguheztina desthilatdarîyê bike ku ser kelecana Washingtonîyan bandoreke xirab dike.

Runiştvana Washington Dana O’Connor, ku roja Yekşemê bi mêrê xwe re li tenişta Qesra Spî ji bendên beton derbaz dibû bajar mîna bajarekî terikandî ye lê, tê de tenê leşker mane.

Dana O’Connorê got: "Ev eceb e. Ev pir ne xwezayî dide hest kirin."

Rojên destpêkirina kar yên serokên berê zêdeyî mîlyonek temaşevan dihatin Washington, da ku ji televîzyonên mezin merasîmê zindî temaşe bikin û bibîn serokê nû ji Kongresê ber bi Qesra Sipî dimeşe.

Bûyer û partîyên pîrozbahîyên li otel û salonên din yên li seranserê bajêr bi xwarin, vexwarin û bi muzîkên hunermendên herî navdar maldarîya mêvanên xwe dikirin.

Bûyerên destpêkirina serokatîyê de bi gelemperî pîvanên ewlehîya bilind tê ragihandin. Bi alavên kontrolê li xalên ketina hundirê heremên sereke, cîhên bi nasnameyên taybet sînordarkirî û bicîh kirina hezên Zerevanîya Neteweyî.

Şaredara Washington Muriel Bowser roja Yekşemê got ku piştî êrîşa kujer ya hembertî Kongresê bilî ragihandina asta bilindtir ya ewlehîyê ti çareserîya karbidestan tunebû.

Bowser got: "Em naxwazin bendên demir bibînin. Em bêguman naxwazin leşkerên çekdar li kolanên xwe bibînin. Lê, em neçar in ku helwesteke din bigirin. ”

Navenda Pêşkeftina Karsazîya Washington DC pêşbînî dike ku îsal ewê bajar li gor salên borî yên heman bûyeran pir kêmtirê dahata bacê qezenc bike. Heke wek her demê hefteya destpêkirinê normal ba, ewê zêdeyî 107 mîlyon Dolar bidest bixistana.


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin