Amerîka û çar dewletên din êrişa li ser Hewlêrê bi tundî şermezar kirin

 Amerîka û çar dewletên din êrişa li ser Hewlêrê bi tundî şermezar kirin

.

A+A-

Amerîka, Brîtanya, Fransa, Îtalya û Almanyayê êrişa li ser Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê şermezar kirin.

Amerîka û hevpeymanên wê yên Rojavayî îro 16/04/2021, derbarê êrişa du roj berî niha ya li ser Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê daxuyaniyek belav kirin.

Ew her 5 dewlet diyar dikin, “Em bi tundtirîn şêwe êrişa 14ê Nîsanê ya li ser Herêma Kurdistana Iraqê şermezar dikin. Hikûmetên me bi hev re piştevaniyê li hikûmeta Iraqê dike bo lêkolîna derbarê êrişê de bo piştrastbûna ji wê ku bikêrên êrişê bigihin cezayê xwe.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, “Em êrişên li ser endamên serbazî û saziyên Amerîkayê û Hevpeyamaniya Navdewletî qebûl nakin û em pabendbûna xwe ya berdewam bo şerê li dijî DAIŞê dûpat dikin.”

Derdora demjimêr 09:50 şeva 14ê Nîsanê êrişek li dijî Fiorkexaneya Navdewletî ya Hewlêrê hat encamdan.

Hevpeymaniya Navdewletî her şev ragihand, ku êrişa li ser Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê bi rêya firokeya bêpîlot (dron) hatiye encamdan.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî, Wayne Marotto derbarê êrişê de ji Rûdawê re ragihand, “êriş bi dronê hatiye kirin û ji ber êrişê agir li depoyekê ketiye.”

Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî da xuyakirin, “piştî lêkolînên dezgehên pêwendîdar derket holê ku êrîş bi rêya droneke TNTkirî hatiye encamdan û arasteyî bingeha hêzên Hevpeymanan a li nav firokexaneyê hatiye kirin.”

Herwiha li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê, jibo diyarkirina çavkanî û cihê hatina dornê lêkolîn berdewam in.

Serokê Herêma Kurdistanê ev êriş weke êrişeke terorîstî bi nav kir û ragihand: “Dubarebûna van êrîşan bo çend caran, pêwîstî bi helwêsteke cidî heye û divê Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî hemahengî û alîkariya di navbera xwe de zêdetir bikin ji bo rûbirûbûna wan grûpên ku li pişt van êrişan e û sînorekî yekcarî ji wan re bê danîn, da ku careke din aramî û asayişa welat nexin metirsiyê û rewşê aloztir nekin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî têkildarî êrişa şeva bihorî peyamek belav kir û tevî bi tundî şermezarkirina wê “êrişa terorîstî” ragihand: “Her grûpeke çekdar ku di çarçoveya hêzên ewlekariyê yên fermî yên Iraqê de nebe, divê yekser ji sînorê Herêma Kurdistanê vekişin.”

Mesrûr Barzanî herwiha diyar kir: “Di rojên bê de, ez dê li gel hevbeşên me li Iraq û Civaka Navdewletî li ser rêkarên cîbicîkirina vê gavê gotûbêjan bikin.”

Herwiha Konsolxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê êrişên li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê û binkeya serbazî ya Tirkiyê li Başîkê şermezar kiribûn.

Hevdem wezaretên derve yên Amerîka û Fransayê derbarê wan êrişan de daxuyanî dabûn û şermezar kiribûn.

Rudaw


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin