Amerîka: Şerê di navbera hêzên tirk û opozosyiona Sûriyê de nayê qebûlkirin

Amerîka: Şerê di navbera hêzên tirk û opozosyiona Sûriyê de nayê qebûlkirin

Li gor gelek çavdêrên siyasî, destwerdana Tirkiyê di Sûriyê de dikare rewşa vî welatî aloztir bike

A+A-

Li gor nûçeyeka ajansa Reutersê, Amerîka dilgiraniya xwe diyar kiriye beramber şer û pevçûnên di navbera hêzên dewleta tirk û hevkarên wê yên ereb û tirkmen ji aliyekî ve û hêzên Sûriye Demokrat (SDF) ku ji YPG û hinek eşîrên ereb pêk tên ji alyekî din ve.

Ajansa navbûrî Twitteka Brett MCGurk weşandiye ku tê de, şanderê taybet ê serokê amerîkî jibo şerê li dijî DAIŞê daxwazê ji herdû aliyan dike ku şer rawestînin û berê hemû heza xwe bidin ber bi tekoşîna li dijî DAIŞê ku wê weke "hereşeka kujer û hevbeş" bi nav dike.

Media tirk duh ragehand ku di encama êrîşeka ezmanî ya "Hevbendiya Navnetewyî" de 25 şervanên YPG jiyana xwe ji dest dane, lê Rewangeha Mafên Mirovan li Sûriyê destnîşan kir ku 35 xelkê sivîl di vê êrîşê de hatine kuştin û bi dehan brîndar hene, birînên hineka ji wan giran in.

Li gor gelek çavdêrên siyasî, destwerdana Tirkiyê di Sûriyê de dikare rewşa vî welatî aloztir bike herê kêm bi sedema berjewendiyên cuda yên Tirkiye û Amerîka. Di dema ku armanja rêveberiya Obama ya sereke rêxistina terorê DAIŞ e, Tirkiye li jêr sêwana şerê li dijî DAIŞê dixawaze rola xwe li Sûriye û herêmê bihêz bike û rêgirekê li pêş pêşveçûnên YPG li rojavayê Firatê deyne.
(E.B)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin