Amerîka: Samanê Beşar Esed di navbera 1 heta 2 milyar dolar de ye

Amerîka: Samanê Beşar Esed di navbera 1 heta 2 milyar dolar de ye

.

A+A-

Wezreta Derve ya Amerîkayê ragihand, samanê malbata Serokê Sûriyê Beşar Esed di navbera 1 heta 2 milyar dolar de ye.

Wezreta Derve ya Amerîkayê di raporta xwe de eşkere kir, ku Serokê Sûriyê û hevjîna xwe Esmaa destwerdaneke zêde mezin di samanê Sûriyê de dikin û serweta Malbata Esed di navbera 1-2 milyar dolaran de ye

Herwiha rapora Amerîkî eşkere kir, ku birayê Serokê Sûriyê Mahir Esed fermandarê Firqeya 4ê ser bi artêşa Sûrî destê wî di bazirganiya maddeyên hişbir û bi taybtî Captagonê de heye.

Di vê derbarê de, aborînasê Sûrî Kerem el-Şeaar tekez kir, ku rapora Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê samanê malbata Esed bê sûd e, û ti zanyariyên nû tê de nînin û hemû kes vê yekê dizane.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin