Amerîka: Pêwîstiya gerên serbazî li Minbicê bi demê heye

Amerîka: Pêwîstiya gerên serbazî li Minbicê bi demê heye

Wezareta Berevaniya Amerîkayê ragihand, ku li Minbicê pêwîstiya bi demê bo gerên serbazî yên ligel Tirkiyê heye, da ku ewlehiya wê navçeyê nekeve bin metirsiyê.

A+A-

Peyvdarê Pentagonê di kongireyeke rojnemevanî de ragihand, ku Tirkiye hevpeymana Amerîkayê ye û cihê baweriyê ye û ew ji dilgiraniyên Enqerayê yên girêdayî pirsên ewlehiyê tê digihîjin.

Peyvdarê Pentagonê got: Cizayên Amerîkayê li ser herdu wezîrên Dadê û Navxwe yên Tirkiyê, bandorê li rêketina  li ser mijara Minbicê nake.

Herwiha peyvdarê Pentagonê tekez kir, ku Amerîka pabendî rêketina ligel Tirkiyê ye û ew ê kar li gel Enqerê berdewam bike ji bo ewlehiya welatiyên Minbicê û parastina wî bajarî misoger bikin.

Her wiha peyvdarê Pentagonê got: li Minbicê  pêwîstiya bi demê bo gerên serbazî yên ligel Tirkiyê heye, da ku ewlehiya wê navçeyê nekeve bin metirsiyê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin