Amerîka pêgeha xwe li Rojava bihêztir dike

Amerîka pêgeha xwe li Rojava bihêztir dike

Amerîka ji destpêka meha Îlonê ve heta niha 500 barhilgirê çekan derbasî Rojavayê Kurdistanê kiriye. Li gorî çavdêran, Amerîka bi şandina çek û alavên leşkerî yên zêdetir, pêgeha xwe li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê bihêztir dike.

A+A-

Hate ragihandin, ku ji destpêka meha Îlonê ve heta niha nêzîkî 500 otomobîlên barhilgir çek û amûrên leşkerî yên Amerîkî derbasî navçeyên Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê bûne.

 

Beşek ji wan çekan li derdora Hesekê û beşek jî li Minbicê hatine bicihkirin.

 

Bi nerîna beşekî ji çavdêran, armanca Amerîka ji şandina wan çekan heye, ku roj li pey rojê pêgehên xwe li wan navçeyan bihêztir dike.

 

Hinek çavkaniyan diyar kirine, ku di destpêka vê meha Îlonê de, Amerîkayê 200 barhilgirên çekan şandine deverên Rojavayê Kurdistanê û di naverasta mehê de jî, 300 barhilgirên din ên çekan derbasî wan navçeyan kirine.

 

Li gorî zanyariyan, 150 barhilgir ji wan çek û alavên leşkerî bo Minbicê hatine şandin. Herwiha 150 barhilgirên çekan jî bo Hesekê û navçeyên derdora wê hatine şandin.

 

Li gorî daxuyaniyên rêveberiya Waşingtonê, armanca sereke ji şandina van çekan, amadekariyên şerê DAIŞê bû, ku heta niha bi tevayî nehatiye bidawîkirin, lê tevî nêzîkbûna nehiştina DAIŞê jî, Amerîka binkeyên xwe li wan navçeyan bihêztir dike.

 

Bêhtir ji 18 binkeyên hêzên amerîkî li Sûriyê hene. Ji wan jî, binkeyên Rimêlan, Dêrik, Sebahulxêr, Eyn Îsa, Til Semin, Tebqa, Girê Miştenûrê, Sirrîn, Eltenef, Til Temir, Til Beyder, Mebrûka, Xerab Işiq, Minbic û derdora Helebê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin