Amerîka li Venezuelayê naskirina Guaido dewam dike

Amerîka li Venezuelayê naskirina Guaido dewam dike

.

A+A-

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand ku ew hilbijartina meclisa Venezuelayê şermezar dikin û wê li ser nasîna muxalifê Maduro, Juan Guaido dewam bikin. Pompeo hilbijartina li Venezuelayê hat kirin weka hilbijartinekî beredayî ya siyasî navand û şermezar kir.

Pompeo got ku Maduro di derveyê demokrasiyê de gelek taktîkan kiriye û hîle xistiye nav hilbijartinan û ne tenê Amerîka her weha Yekîtiya Awrûpayê, Rêxistina Dewletên Amerîkayê OAS, grûba Lîmayê û gelek dewletên din hilibjartinê red dikin.

Pompeo got ku rêvebiriya Madûro ji azadiyê û kirina hilbijartinekî azad dûre û weha dewam kir:

“Amerîka wê serokê demkî yê Venezuelayê Juan Guaido û meclisa wî nas bike û dewam bike. Divê civaka navdewletî rê nede Maduro ku hilbijartinekî dinê qezenc bike. Welatên ku sonda demokrasiyê xwarine, em wan dawetê şermezarkirina hilbijartina 6 ê mehê dikin û ji wan dixwazin ku Meclisa Netewî û Guaido destek bikin.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin