Amerîka li ser topbarana Zaxoyê: Kuştina sivîlan nayê qebûlkirin

Amerîka li ser topbarana Zaxoyê: Kuştina sivîlan nayê qebûlkirin

.

A+A-

Amerîka topbarana Tirkiyê ya li ser cihekî geştyarî li îdareya serbixwe ya Zaxoyê şermezar kir ku têde 9 kesan canê xwe ji dest dan û 26 kes birîndar bûn û ragihand, kuştina xelkên sivîl nayê qebûlkirin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price di daxuyaniyekê de ragihand: “Kuştina xelkên sivîl nayê qebûlkirin û pêwîst e hemû welat di bin siya qanûna navdewletî de rêzê li pabendiyên xwe bigirin, di nav de jî parastina xelkên sivîl.”

Amerîka herwiha hevxemiya xwe bo kesûkarên wan kesan nîşan dide ku di êrîşê de hatine kuştin, di heman demê de hevsoziya xwe bo birîndaran jî tîne ziman.

Di dawiya daxuyaniyê de Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price diyar kiriye, “Amerîka li ser piştgiriya xwe ya bihêz ji bo serwerî, ewlehî, aramî û xweşguzeraniya Iraqê, di nav de jî Herêma Kurdistanê, berdewam dibe.”

Artêşa Tirkiyê duh Çarşembê 20ê Tîrmeha 2022an cihekî geştyarî li gundê Perex ê qeza Zaxoyê li parêzgeha Duhokê topbaran kir ku li gor daxuyaniyên fermî yên rayedaran, di encama topbaranê de 9 kes hatin kuştin û 26 kes jî birîndar bûn.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê û berpirsên Herêma Kurdistanê topbarana wê cihê sivîl bi tundî protesto kirine. Herwiha hikûmeta Iraqê jî bi tundî topbarana cihekî geştyarî li qeza Zaxoyê ji aliyê Tirkiyê ve şermezar kir.

Li ser fermana Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, şandeke Iraqê bi serokatiya Wezîrê Derve Fuad Husên û hin berpirsên leşkerî û emnî serdana cihê bûyerê kir. Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên piştî serdana cihê bûyerê di daxuyaniyekê de ragihand, ku êrîş ji aliyê Tirkiyê ve hatiye kirin.

Her ji ber topbaranê, li gelek bajarên Iraqê li dijî Tirkiyê xwepêşandan hatin kirin.

Ew yek di demekê de ye ku Wezareta Derve ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de înkar kir ku êrîş ji aliyê artêşa wî welatî ve hatibe kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin