'Amerîka kurdên Sûriyê didehifîne ku dewleteke serbixwe ava bikin û wan bi kurdên Iraqê re bikin yek".

'Amerîka kurdên Sûriyê didehifîne ku dewleteke serbixwe ava bikin û wan bi kurdên Iraqê re bikin yek".

Endamê Akademiya Rûsî ya Zanistên Moşek û Topxaneyan Konstentîn Sîvokovî got Amerîka kurdên Sûriyeyê didehifîne ku dewleteke serbixwe ava bikin û wan bi kurdên Iraqê re bikin yek".

A+A-

Endamê Akademiya Rûsî ya Zanistên Moşek û Topxaneyan Konstentîn Sîvokovî îro ji Sputnikê re diyar kir ku "radestkirina pergala parastina hewayî ya amerîkî bo kurdan derbeyek e li dijî artêşên Rûsya, Sûriye û Tirkiyeyê." Sîvkovî diyar kir ku "Amerîka kurdên Sûriyeyê didehifîne ku dewleteke serbixwe ava bikin û wan bi kurdên Iraqê re bikin yek".

 
Al Masdar Newsê di nûçeyeke xwe de ku spartibû çavkaniyên dijber ên sûriyeyî, ragihandibû ku "Amerîkayê di çarçoveya peymaneke nepenî ya navbera Washington û YPGê de MANPADê ji YPGê re şandine. Hat gotin ku ew moşekên MANPADê gihiştine kurdên li nêzîkî Efrînê."

 

"AMERÎKA DIXWAZE KURDÊN SÛRIYÊ Û IRAQÊ BIKE YEK"

Savkovî ji ajansa Sputnikê re got: "Bedela wê çi be jî, Amerîka dixwaze ji xwe re pêgehekê li Sûriyeyê çêke. Tekane aliyê siyasî û herêmî yê bi DYAyê re dide û distîne jî yekîneyên kurdî ne(YPG) ku dixwazin ji xwe re xweseriyekê li Sûriyeyê ava bikin. Amerîka jî di rêya yekkirina wan bi kurdên Iraqê re wan didehifîne ku dewleteke serbixwe ava bikin. Wisa diyar e ku ew dê vê senaryoyê bînin cî."

 

"PÊWÎSTIYA KURDAN BI MOŞEKÊN DIJÎ BALAFIRAN HEYE"

 

Di berdewamiya axiftina xwe de, Savkovî destnîşan kir ku " "di vê çarçoveyê de jî, eger şerek li dijî Sûriye û Tirkiyeyê çêbibe, pêwîst e ku hêza kurdan a parastina hewayî hebe û wan ji helîkopter û balafirên nizim difrin biparêzin".

Pisporê rûsî wiha dewam kir: "Ji bo vê armancê jî, pergala parastina hewayî ya livbar bo wan hatiye dayîn ku ev jî derbeyek e li dijî Artêşa Sûriyeyê û di encamê de li Rûsyayê ye jî û herwiha derbeyek e li hevalbendên DYAê ye jî anku li dijî tirkan e".
 

Li ser cureyên pergala parastinê, Sîvkovî diyar kir ku "cureya wan ne giring e lê ya giring ew e ku pergala parastina hewayî ye."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin