Amerîka: Keşe Brunson bê berdan jî bac nayên rakirin

Amerîka: Keşe Brunson bê berdan jî bac nayên rakirin

Berdevka Koşka Spî ya Amerîkayê ragihand, heger keşe Andrew Brunson were azadkirin jî baca li ser pola û aleminyûma Tirkiyê nayê rakirin.

A+A-

Berdevka Koşka Spî Sarah Sanders di konfranseke rojnamevanî de ragihand, danîna bacê bo ser berhemên Amerîkayê ji aliyê Tirkiyê ve pêngaveke nerast û şaş e û cihê dilgiraniyê ye.

Sarah Sanders got: "Ya me pêngaveke bo ewlekariya neteweyî ye, lê bacên wan bersiveke bo me ye. Em piştgîriyê nadinê."

Sanders herwiha tekez kir, heger keşe Andrew Brunson were azadkirin jî baca ser pola û aleminyûma Tirkiyê nayê rakirin.

Sanders wiha axifî: "Brunson bê azadkirin jî bac her dimîne. Ev pirs cuda ye, bi ewlekariya me ya neteweyî ve girêdayî ye. Lê heger Brunson were azadkirin em dikarin ligel rayedarên Tirk li ser rakirina cezayan guftûgo bikin."

Sara Sanders berî du rojan jî gotibû, Serok Trump  pir cidî ye û dixwaze di zûtirîn dem de Bronson were serbest berdan. Heger neyê azadkirin jî Amerîka dê sizayên zêdetir li ser Tirkiyê bisepîne.

Duh dîsa azadkirina Keşeyê Amerîkî Andrew Brunson, ji aliyê dadgeha Îzmirê ve hatibû redkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin