Amerîka Karbidestên Xwe yên li WHO Vedikişîne

Amerîka Karbidestên Xwe yên li WHO Vedikişîne

Wezareta Derve ya Amerîka bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku biryara vekişîna ji Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) dê bi awayekî fermî di 6’ê Tîrmeha 2021’an de di merîyetê keve.

A+A-

Wezareta Derve ya Amerîka bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku biryara vekişîna ji Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) dê bi awayekî fermî di 6’ê Tîrmeha 2021’an de di merîyetê keve.

Li gor daxuyanîya wezaretê, alîkarîyên bo WHO dê ji 6’ê Tîrmeha 2021’an pê ve bo bernameyên din yên Neteweyên Yekbûyî (NY) werin xerc kirin.

Di daxuyanîyê de, rexneyên Serok Donald Trump yên dijî WHO hatin dubare kirin û hat gotin ku wê rêxistinê ne bi tenê dijî vîrusa korona, di salên dawî de dijî nexweşîyên din jî tedbîr nestandine.

‘’Serok Trump gava biryara ser vekişîna ji wê rêxistinê ragihand, bi awayekî eşkere da zanîn ku ewê hevkarên hîn pêewle û zelal bigerin. Ew biryara vekişînê dê di 6’ê Tîrmeha 2021’an de di merîyetê keve. Hikûmeta Amerîka ji daxuyanîya Serok Trump vir ve li hevkarên ku dikarin karên WHO bigirin ser xwe digere.’’ di daxuyanîyê de hat gotin.

Bi vekişînê re, karbidestên saxlemîyê yên Amerîkî yên li ofîsên WHO kar dikin dê bi şûnde werin vekişandin û ew dê bo cîhên din werin erkdar kirin.

Serok Donald Trump di Nîsana borî de gotibû ku WHO di bandora Çînê de dimîne û alîkarîya diravî ya bo wê rêxistinê rawestandibû.

Trump piştre bi nameyekê dîyar kiribû ku ger WHO di rêxistinê de guherînan neke ewê ji wê vekişin û di meha Tîrmehê de jî bi awayekî fermî qonaxa vekişînê destpê kiribû.

Agahîyên Wezareta Derve ya Amerîka raber dikin ku Amerîka, di salekê de bi qasî 500 mîlyon dolar dide WHO û bi wî pereyî li cîhanê di rêza yekê de ye.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin