Amerîka ji Tirkiyê dixwaze ji bo Rûsyayê nebe penageheke aram

Amerîka ji Tirkiyê dixwaze ji bo Rûsyayê nebe penageheke aram

.

A+A-

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku wan daxwaz ji Tirkiyê kiriye ku “ji bo sermaye û karûbarên neyasayî yên Rûsyayê nebin penageheke ewle.” Wezaretê herwiha da zanîn ku ew bi Tirkiyê re dixebitin ku ewlehiya enerjiyê di demeke dirêj de zêde bike.

Wezareta Derve ya Amerîkayê bi rêya e-mailê bersiva pirsa peyamnêrê Rûdawê ya têkildarî bazirganiya bi “rubleyê” ya navbera Tirkiye û Rûsyayê û karê 5 bankên Tirkiyê bi “karta Mîr ya Rûsyayê” da.

Wezaretê di bersiva xwe de diyar kir  ku "wan ji Tirkiyê daxwaz kiriye  ku ji bo sermaye û karûbarên neyasayî yên Rûsyayê nebe penageheke ewle."

Ev bangewaziya Amerîkayê piştî hevdîtina Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn li Soçiyê hat. Piştî hevdîtina 4 saetî, her du serokan ragihandin ku ji bo xurtkirina danûstandinên bazirganî û enerjiyê li hev kirine.

"Em bi Tirkiyê re ji bo ewlehiya enerjiyê dixebitin"

Amerîka ji ber êrîşên Rûsyayê yên li ser Ukraynayê hinardekirina petrol û gaza Rûsyayê qedexe kir. Hevalbendên wê yên Ewropî jî soz dane ku hinardekirina enerjiyê ji Rûsyayê qonax bi qonax rawestînin.

Di berdewamiya bersiva xwe de Wezareta Derve ya Amerîka dibêje, "Em hevalbendên xwe han didin ku çavkaniyên xwe yên enerjiyê cihêreng bikin û girêdayîbûna xwe ya bi enerjiyê ya bi Rûsyayê re kêm bikin. Herwiha ji bo xurtkirina ewlehiya enerjiyê ya demdirêj jî em bi Tirkiyê re dixebitin."

Erdogan di vegera xwe ya ji Soçiyê de ji rojnamevanan re gotibû ku 5 bankên Tirkiyê li ser karta Mîr a Rûsyayê xebatên xwe didomînin û wiha pê de çûbû, "Me bi birêz Pûtîn re li ser rubleyê li hev kir. Ji ber ku em dê danûstandinê xwe bi rûbleyê bikin, bê guman di warê aborî de sûda wê dê ji bo Tirkiye û Rûsyayê hebe.”

Rûsya ji ber sizayan dixwaze berê xwe bide Tirkiye û Îranê

Serokê Banka Navendî ya Îranê Elî Salihabadî jî ragihand ku di dawiya meha tîrmehê de bi Rûsyayê re "bazirganiya bi Ruble û Riyal dest pê kiriye".

Piştî destwerdana wê ya leşkerî li Ukraynayê, Amerîka û hevalbendên wê sizayên aborî li ser Rûsyayê sepandin, û ew ji sîstema dravdana cîhanî ya bi navê SWIFT derxistin. Ji ber tevgera welatên rojavayî, welatiyên Rûsyayê nikarin Visa û MasterCard bikar bînin an jî karê bazirganiyê bikin.

Pejirandina karta Mîr ji aliyê Tirkiyê ve, rayedarên rojavayî nîgeran kiriye ku "Rûsya dikare wê ji bo şikandina dorpêçan bi kar bîne."

Ji dema sepandina sizayan li ser Rûsyayê, Amerîkayê gelek caran hişyarî da ku her welatek ku alîkariya rêveberiya Pûtîn bike dê rûbirûyê cezayan bibe.

Di Hezîranê de, Cîgirê Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Wally Adeyemo serdana Stenbolê kir, bi karbidest û bankeran re hevdîtin kir û hişyarî da wan ku nebin beşek an jî alîkar ji  dowîzê Rûsî re.

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin