Amerîka ji Ewropayê daxwaz dike li dijî Tirkiyê bibin yek

Amerîka ji Ewropayê daxwaz dike li dijî Tirkiyê bibin yek

.

A+A-

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand; divê Amerîka û Ewropa ji bo rêgirtina karên Tirkiyê li Rojhilata Navîn, zêdetir bi hev re bixebitin.

Mike Pompeo li Fransayê ji rojnameya Le Figaro re axivî û li ser kêşeyên herêma Qerebaxê ragihand: “Ez û Serokê Fransayê li ser wê yekê di heman nêrînê de ne, ku tevgerên Tirkiyê gelek tundrew bûne.”

Pompeo destnîşan kir ku Tirkiyê piştgiriya Azerbaycanê kir, da ku di şerê Qerebaxê de bi ser bikeve.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo tevgerên Tirkiyê yên li Lîbya û Deryaya Spî şermezar kir û bi tundî red kir.

Hêjayî gotinê ye ku ji ber siyaseta Enqerê, buhayê lîreya tirkî li hember dolar gelek daketiye, bi awayekî mezin bandor li aboriya Tirkiyê kiriye û çend hefte berê jî Wezîrê Darayî yê Tirkiyê dest ji kar berda.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin