Amerîka ji bo pereyên qirêj yên Olîgarkên Rûsan hişyarî da Tirkiyê

Amerîka ji bo pereyên qirêj yên Olîgarkên Rûsan hişyarî da Tirkiyê

.

A+A-

Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê sizayên li ser Rûsyayê hişyarî da Tirkiyê got “Divê Tirkiye hay ji xwe hebe ku nebe hewza pereyên qirêj ên olîgarkên Rûs.”

Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihand ku li gor wê lihevkirina Cotmeha sala borî li Romaya paytexta Îtalyayê di navbera Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Amerîkayê Joe biden de hatiye kirin, mekanîzma stratejîk a Tirkiye-Amerîkayê li Enqerê hatiye destpêkirin û pêşxistina peywendiyan di warên cuda de gotûbêj kirin.

Di vê çarçoveyê de Musteşara Wezîrê Derve yê Amerîkayê ji bo Karûbarên Siyasî Victoria Nuland li gel Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Sedat Onal re civiya. Herwiha Musteşara Wezareta Bazirganiyê ya Amerîkayê Marisa Lago jî duh û îro li Enqereyê ji bo pêşxistina hevkariya aborî û bazirganî ya her du welatan hevdîtinan pêk anî.

Piştî wan hevdîtinan Musteşara Wezîrê Derve yê Amerîkayê ji bo Karûbarên Siyasî Victoria Nuland derbarê sizayên li ser Rûsyayê hişyarî da Tirkiyê got “Divê Tirkiye hay ji xwe hebe ku nebe hewza pereyên qirêj ên olîgarkên Rûs.”

Berdevka Balyozxaneya Amerîkayê Julie Eadeh jî di derbarê sizayên li ser Rûsyayê û helwestên Tirkiyê de ji ajansa nûçeyan Dengê Almanyayê (Deutsche Welle Tirkî) re axivî û got “Birêz Nuland di 4ê Nîsanê de li Enqerê bi rayedarên Tirk re civiya. Wêke wê jî got, Girîng e ku Tirkiye hay ji xwe hebe û nehêle xaka wê ji sizayan rizgar bibe an jî bibe hewza pereyên qirêj ên olîgarkên Rûs.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin