Amerîka hişyariya s-400an da Enqerê: Tevahiya NATOyê nîgeran e

Amerîka hişyariya s-400an da Enqerê: Tevahiya NATOyê nîgeran e

Nûnera Amerîkayê ya NATOyê Kay Bailey Hutchison got, heke Tirkiyê ji Rûsyayê S-400an bikire, dê pergala parastina moşekî ya NATOyê dê bê encam bimîne û tevahiya endamên NATOyê nîgeran e û hêvî ev e ku Tirkiyê biryara rast bide.

A+A-

Serokonsûl Hutchison beriya civîna wezîrên berevaniyê ya NATOyê, birîfîngek da û amaje bi vê yeê kir ku ew, hevkariya di warê berevaniyê de ya Rûsya û Tirkiyê ku her diçe zêdetir dibe, weke pirsgirêkeke gelekî mezin dibînin û wisa pê de çû: "Ev pergala parastina moşekî ya Rûsyayê ku dê di xaka hevpeymaneke me de bibe, nîgeraniyeke mezin e bo me."

Hutchison got wan Tirkiye hişyar kiriye ku dev ji vê biryarê berde lewre; ev yek bibe sedema têkçûna xebatên hevpar a di warê parastina asîmanî û bandor li pergalên wan ên parastinê yên di xaka Tirkiyê de bike û divê Tirkiye êdî yek ji van hilbijêran bibijêre. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin