Amerîka hişyarî da Tirkiyeyê

Amerîka hişyarî da Tirkiyeyê

Amerîka demekê ji bo poşmanbûna Tirkiyeyê ji kirîna sîstema Mûşekî ya S400î diyar dike.

A+A-

Amerîka demekê ji bo poşmanbûna Tirkiyeyê ji kirîna sîstema Mûşekî ya S400î diyar dike.

Patrick Şanahan Wezîrê bergirîyê yê Amerîkayê yê katî ragihand, ku Tirkiyê heta 31ê meha dahatî dikare ji kirîna sîstema mûşekî a S400î ya  Rûsî poşman bibe, heke na dê siza bidinê.

Şanahan tekez dike, ku ev pêngava Tirkiyeyê pirsa hevkariya ligel wî welatî asteng dike.

Herweha Wezîrê bergirîyê yê bi wekalet ê Amerîkayê tekez dike, ku ew ji vir û pê ve handanên Tirkiyeyê yên ji bo meşq û rahênana balefira F35 wernagirin û xûlên nû jî venakin.

 Di beşek din a axaftina xwe de Şanahan diyar kir, ku heke Tirkiye sîstema Rûsî bikire, Komariyan û Demokratan li hev kirine da ku siza bidin Tirkiyê, ev jî dê ligorî yasaya nehiştina dijminên Amerîkayê be.

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin