Amerîka hişyarî da Tirkiyê

Amerîka hişyarî da Tirkiyê

Wezareta Derve yê Amerîkayê li ser êrişa li dijî rojhilatê Firatê û Rojavayê Kurdistanê hişyarî da Tirkiyê û ragihand, nabe Tirkiye bi serê xwe êriş bike.

A+A-

Wezareta Derve yê Amerîkayê li ser êrişa li dijî rojhilatê Firatê û Rojavayê Kurdistanê hişyarî da Tirkiyê û ragihand, nabe Tirkiye bi serê xwe êriş bike.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka, Morgan Ortagus li ser tehdîdên Tirkiyê yên li ser rojhilatê Firatê û Rojavayê Kurdistanê hişyarî da Tirkiyê.

Morgan Ortagus her wiha ragihand, eger Tirkiye bi serê xwe her cure êrişekî li dijî bakûrê Sûriyê pêk bîne dê berjewendiyên hevbeş yên Amerîka û Tirkiyê ziyanê bibînin.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka da zanîn, ji ber ku ew êriş dê bibe sebeba têkdana operasyonên wan yên li dijî DAIŞê.

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan duhî gotibû, em derbasî Efrîn û Cerablus û Babê bûn, emê derbasî rojhilatê Firatê jî bibin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin