‘Amerîka hewl dide Binkeya Încîrlîkê veguhêze Yunanê’

‘Amerîka hewl dide Binkeya Încîrlîkê veguhêze Yunanê’

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bi serdaneke fermî gihîştiye Yunanê û di çarçova wê serdana xwe de biryar e biçe Kendava Souda ya li Grava Crete (Gîrît) jî. Rojnameya The Times jî ev yek wek “beşek ji plansaziya Amerîkayê ya veguhastina Binkeya Încî

A+A-

 

Li gor nûçeya rojnameya The Times ku ji aliyê peyamnêrê wê rojnameyê yê Atînayê Anthee Carassava ve hatiye amadekirin, Pompeo li Yunanê di çarçova plansaziya zêdekirina hêza xwe ya serbazî li rojhilatê Derya Spî ya Amerîkayê de dê li ser veguhastina Binkeya Serbazî ya Încîrlîkê bo Girava Crete hevdîtinan pêk bîne.

Ew rojname dibêje, “Ev serdan wê yekê nîşan dide ku li hember gotinên Erdogan ên li dij rojava û kirîna sîstema berevaniya asmanî ji Rûsyayê, sebra Washingtonê kêm bûye.”

Di nûçeyê de amaje bi wê tê kirin ku Binkeya Încîrlîkê di heyama Şerê Sar de hatiye avakirin û ji bo berjewendiyên Amerîkayê xwedî pêgeheke stratejîk e û tê gotin, “di demên dawîn de jî xalek bû ji bo êrişên asmanî yên li dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyê.”

Herwiha ew rojname dibêje, Kendava Souda ya li Crete ku Pompeo îro dê serdana wê deverê jî bike, ji aliyê Senata Amerîkayê ve wek “alternatîvek baş tê dîtin. Ev di nava 2 hefteyan de duyem serdana Pompeo ye.”

Ev di demekê de ye ku berî niha Ron Johnson, Senatorê Komariyan û Serokê Liqa Ewropa ya Komîteya Peywendiyên Derve ya Senatoya Amerîkayê di hevpeyvînekê de li gel kovareke Amerîkî amaje bi weê kiribû, siyaseta Tirkiyê Washingtonê han dide hemahengiya xwe ya serbazî li gel Yunanê zêdetir bike.

Ew senatorê Amerîkî gotibû, em nizanin çi ji Încîrlîkê tê veguhastin, em hêvîdar in rewş baş bibe, lêbelê pêwîste ji bo xirabtirîn egerê planekê amade bikin û Washington ji ber siyaseta “bêzarker” a Enqerê bîr li wê dike serbazên xwe ji Binkeya Încîrlîkê veguhêze bo Yunanê.

Binkeya Serbazî û Asmanî ya Încîrlîkê sala 1945an li bajarokê Încîrlîk ê ser bi parêzgeha Edenê ya Tirkiyê ve hat avakirin. Ev binke 8 kîlometran ji navenda bajarê Edenê û 56 kîlometran ji Derya Spî dûr e.

Binkeya Încîrlîkê zêdetirî nîv sedsal e roleke girîng di peywendiyên di navbera Tirkiye û Amerîkayê de dibîne. Her dema ku alozî ket navbera herdu aliyan, Enqere gefa girtina Încîrlîkê li Washingtonê dixwe.

Ji ber wê yekê heta niha gelek caran hatiye belavkirin ku Amerîka li cihekê digere ku bibe alternatîva Încîrlîkê, jê piştrast be û karîgeriyê li ser çalakiyên wê yên serbazî li navçeyê neke.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin