Amerîka ENKS vexwend Waşîngtonê, Rûsya PYD vexwend Moskovayê

Amerîka ENKS vexwend Waşîngtonê, Rûsya PYD vexwend Moskovayê

ENKS dawiya sibatê dê serdana Amerîkayê bike.

A+A-

Wezareta Derve ya Amerîkayê vexwendineke fermî bo nivîsgeha pêwendiyên derve ya Encûmena Niştimanî ya Kurd re şand, bo serdana Amerîkayê bikin bi mebesta hevdîtinan ligel hin berpirsên wezareta derve ya Amerîkî pêkbînin.

Berpirsê nivîsgeha pêwendiyên derve ya ENKS, Kamîran Haco ji malpera Yekîtî Media re ragihandîye, ku wan vexwendineke fermî ji wezareta derve ya Amerîkî wergirtiye bo serdana Amerîkayê bikin. Herweha Haco destnçşan kiriye nivîsgeha pêwendiyên derve ya ENKS dawiya sibatê dê serdana Amerîkayê bike.

Li gor malpera ANHAyê Wezareta Derva ya Federasyona Rûsyayê bi fermî PYD vexwendîye Moskovayê. Şandeya PYD ji hevseroka PYDê Asya Abdullah û nûnerê PYD yê Fransayê Xalid Îsa pêk bihê.  Li gor malperê Isa li Moskovayê ye Asîye jî rêwî ye. 

.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin