Amerîka: Encameke xirab dê ji êrîşa Tirkiyê derkeve

Amerîka: Encameke xirab dê ji êrîşa Tirkiyê derkeve

James Jeffrey di gotarekê de li Washingtonê bersiva gefên Tirkiyê yên derbarê encamdana operasyoneke leşkerî li rojhilatê Firatê da û tekez kir, êrîşa Tirkiyê karekî baş nabe û dê encameke xirap jê derkeve.

A+A-

Nûnerê Amerîkayê yê taybet bo karûbarên Sûriyê Jammes Jeffrey li Dezgeha Atlantic Counsilê li Washingtonê li ser êrîşê gengaz ê Tirkiyê axivî û got êrîşa Tirkiyê wê karekî baş nebe û dê encameke xirab jê derkeve.

Ew gotara James Jeffrey ku, ne tenê ronîkirina siyaseta Amerîka li Sûriyê bû, belkû bi nerîna çavdêr û şîrovekarên siyasî, axaftina Jeffrey çend peyamên aşkere ji welatên ku bi Amerîka re li meydana Sûriyê ne, tê de hebûn.

Yek ji peyaman ji Tirkiyê re bû, li ser gefên Enqere yên encamdana operasyoneke leşkerî li rojhilatê Firatê bû, ku James Jeffrey got: “Ev karekî xirap e.”

Li ser gotina Jeffery, Şarezayê di karûbarên Sûriyê de di Dezgeha Atlantic – Washington Faysal Itani got: “Mebesta Jeffrey ew bû ku em ti kolpa kesk ji Tirkiyê re ji bo êrîşî rojhilata Firatê bike pênaxin. Tenê heger armanca jinavbirina DAIŞê li berîkên rojhilata Firatê be, heger na jî, Amerîka ti carî rê nade Tirkiyê ku êrîş bike.”

James Jeffrey di axaftina xwe de li ser pirsa Kurd di pêşeroja Sûriyê de aşkere kir, ew tenê bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve ne girêdayî ye, belkû armanca Amerîkayê rêjîmeke hikûmraniyê ya demokratîk e û Kurd jî tê de beşdar dibe û dê rola wê jî tê de hebe.

Şarezayê di Karûbarên Rojhilata Navîn de Dr. Steven Heydemann derbarê gotinên Jeffery de  got: “Wî amaje bi bi yekê kir ku nûnerên Kurd li Sûriyê derfeta wan çê dibe bi hikûmeta federalî ya dahatû li Sûriyê re, karnameya danûstandinan amade bikin ji bo navçeyên di bin kontrola Kurd de rêveberiya xwecihî lê hebe û Kurd bixwe wê birêve bibin. Bi baweriya min hebûna vê derfetê dê hebe.”  

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin