Amerîka: Em û Tirkiye li ser herêma ewle hevdîtinan dikin

Amerîka: Em û Tirkiye li ser herêma ewle hevdîtinan dikin

Berdevkê Serokatiya Serokerkaniya Amerîkayê Kenneth McKenzie eşkere kir ku li ser bijardeya herêma ewle hevdîtin ligel Tirkiyê kirine. McKenize, da zanîn ku heta niha “negehiştine biryara dawî û fermandeyên wan hevdîtinan dikin.”

A+A-

Berdevkê Serokatiya Serokerkaniya Amerîkayê Kenneth McKenzie, ragihand ku li ser bijardeya herêma ewle li Sûriyê ligel Tirkiyê hevdîtinên wan berdewam in.

 

Li ser daxwiyaniyên ku tê gotin dê Tirkiye operasyonekê bo ser Minbicê jî bibe, McKenzie got: “Hêzên Amerîkî yên li herêmê dikarin xwe biparêzin. Tirkiye jî dizane leşkerên me li çi derekê ne.”

 

Li gor Dengê Amerîkayê, Berdevkê Serokatiya Serokerkaniya Amerîkayê Kenneth McKenzie, li Pentagonê derbarê mijarê de zanyarî dan rojnamegeran.

 

McKenzie, da zanîn ku ligel Tirkiyê li ser egera pêkanîna herêma ewle hevdîtinên wan çêbûne û wiha axifî: “Hevdîtinên me yên li ser herêma ewle ligel Tirkiyê berdewam in. Di salên borî de jî li ser heman mijarê rawestiyan lê negehiştin biryara dawî. Fermandeyên me hê jî hevdîtinan dikin. Ez dikarim vê yekê bibêjim; ev mijar di rojevê de ye, berê jî hatibû rojevê.”

 

McKenzie, da xwiyakirin ku operasyona Tirkiyê ya ser Efrînê hevsengiya hêzên hevpeyman a bo şikandina DAIŞê guhertiye û wiha pêde çû: “Em berjewendiyên rewa yên ewlekariya netewî ya Tirkiyê fam dikin.”

 

Derbarê çekên di destê Hêzên Sûriya Demokratîk de jî McKenzie got: “Em mijarê dişopînîn daku ew çekên di destê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de nekevin destên xelet.”

 

McKenzie, bal kişand ser daxwiyaniya Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ku gotibû dê operasyona Minbicê jî bidin destpêkirin û axaftina xwe wiha qedand: “Ez operasyona ser Minbicê naşopînim. Nabêjim ku nabe jî, lê derbarê paşerojê de spekulosyonan nakim. Hêzên Amerîkayê yên li herêmê dikarin xwe biparêzin. Tirkiye jî dizane leşkerên me li ku dimînin.”

 

Ev daxuyaniya Berdevkê Serokatiya Serokerkaniya Amerîkayê di demekê de ye, ku Artêşa Tirkiyê ji roja Şemiya bihorî ve êrişa xwe bo ser herêma Efrîn a Rojavayê Kurdistanê dest pê kiriye, ku îro derbasî roja xwe ya heftem bûye.

 

Li aliyekê din Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson jî li ser heman mijarê ragihandibû, ku wî ji Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re pêkanîna "herêma ewle" pêşniyar nekiriye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin