Amerîka: Em ê peywendiyên xwe yên ligel Erebistana Siûdî biparêzin

Amerîka: Em ê peywendiyên xwe yên ligel Erebistana Siûdî biparêzin

Wezîrê Derve yê Amerîkayê ragihand ku ew dê hesab ji kujerên rojnamevanê Siûdî Cemal Xaşiqcî bipirsin û got, em dê peywendiyên xwe yên stratejîk jî li gel Erebistana Siûdî berdewam bikin.

A+A-

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di axavtina xwe ya li gel kanala televîzyonê ya Fox TV ya Amerîkî de behsa kuştina rojnamevanê Siûdî Cemal Xaşiqcî kir.

 

Mike Pompeo da zanîn ku karên wezareta wan a di derbarê kuştina Xaşiqcî de berdewam dikin û got: “Em dê kiryarên vê bûyerê berpirsyar bigirin. Di heman demê de jî em dê peywendiya stratejîk a Amerîkayê li gel Erebistana Siûdî biparêzin.”

 

Wezîrê Derve yê Amerîkayê destnîşan kir ku vîzeyên wan 18 kesên, ku bi kuştina Xaşiqcî re tên peywendîdarkirin, hatine betalkirin û bal kişand ser girîngiya peywendiyên Amerîka û Erebistana Siûdî li dijî Îranê.

 

Serokê Amerîkayê Donald Trump jî ji aliyekî ve daxuyandibû ku dibe ew cezayan bi ser Erebistana Siûdî de bisepînin lê ji aliyê din ve jî amaje bi berdewamkirina peywendiyên welatê xwe yên li gel Siûdî kiribû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin