Amerîka: Em ê 'hêzên çavdêriyê' bînin rojevê

Amerîka: Em ê 'hêzên çavdêriyê' bînin rojevê

Cîgirê wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê Patrick Shanahan ragihand ku wê di civîna NATO de li Kurdistana Sûriyê, di bin sîwana koalîsyonê de, wê avakirina hêzeka çavdêriyê bîne rojevê.

A+A-

Shanahan gera xwe ya Rojhlata Navîn û Afxansitanê qedand û çû Burukselê da tevlî civîna NATO bibe. Li wê derê, di hin mijaran de şiroveyan kir û got ku dê encamên bidest xistiye, ji wezîrên karên derve yên NATO re bêje. Shanahan, di mijara Sûriyê de weha got:

“Li Sûriyê, li rojhilatê bakûrê wê, dê NATO fersendeka cuda ya avakirina hêza çavdêriyê pêşkêş bike. Wê kî serpereştiya vê hêzê bike? Ya rast koalîsyon bi çavkanî û şiyanên xwe bijarteyekiye. Di vê pêvajoyê de tişta em dixwazin ev e. Hêjî tê munaqeşekirin. Ez naxwazim di jimaran de tiştek bêjim. Daxwaza min ya ku min dixwest bi fermandarê hêzên li dijî DEAŞ ê bi korgeneral LaCamera re hevdîtin bikim ev bû. Kîjan şiyan baştirin û divê li ku bên danîn? Di van mijaran de min xwest zanibim çi difikire. Em li ser van axifîn. Van agahiyan wê di civîna NATO de bo min bibe alîkar.”

(peyamakurd)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin